Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiya her du şehîdên QSD’ê Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest û teqez kir ku ew ê rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê bişopînin.

Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên şehîd Ehmed Silêman û Tirkî El-Mismar xwest
11 ÇILE, 2022   15:07
HESEKÊ

Vê sibehê bi sedan şêniyên Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Tirkî Elî El-Mismar (Dijwar) ku li taxa Ezîziyê ya Hesekê hate vegirtin, her wiha bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Silêman (Egîd Gerzan) ku li pêş mala wî ya li Dirbêsiyê hatiye vegirtin.

Her du merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî tev li konê sersaxiyê bûn.

Şervan Tirkî El-Mismar (Dijwar) di 8’ê vê Çileyê de li Tirwaziyê şehîd bû. Di 22’yê Cotmeha 1995’an de li Hesekê hate dinê, navê dayik Edle û navê bav Elî ne. Di 2016’an de tev li QSD’ê bûn.

Şervan Ehmed Silêman (Egîd Gerzan) li herêma Firatê di 5’ê vê Çileyê de şehîd bû, di 1’ê Çileya 2000’î li Dirbêsiyê hate dinê, navê dayik Fatme û navê bav Mehmûd in. Di 2020’an de tev li QSD’ê bû.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Di bin konê sersaxiyê yê şehîd Tirkî El-Mismar de ku li Hesekê hatiye vegirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û wiha got: "Em çiqas li ser şehîdan biaxivin em nikarin mafên wan bidin. Ji vir, ji bin konê serbilindî û rûmetê ve, konê şehîd em soz didin ku rêça şehîd heta pêkanîna azadî, rûmetê û rizgarkirina herêmên dagirkirî bişopînin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Kantona Hesekê Remedan Fetah wiha axivî: "Şehîdan ji me re nexşeya pêşerojê nexşe kir û wan tevahî pêkhateyên herêmê bi hemû ziman û etnîkên xwe kirin yek. Ya ku tevahî pêkhateyên herêmê li hev kom kirin xwîna şehîdan e, ji erka me ye ku em rêça şehîdan bişopînin."

Fetah behsa êrişên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ambargo û girtina deriyan kir û teqez kir ku armanca ji vê yekê eşkere ye ku hewl didin projeya demokratîk û biratiya gelan têk bibin. Fetah ev tişt anî ziman: "Ev proje êdî bûye dendika demokrasiyê ne tenê li Sûriyê, lê li tevahî Rojhilata Navîn. Lê heke ne ji fedekariya şehîdan bûye, pêk nedihat."

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Hesekê Şêxmûs Îbrahîm jî axivî û piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dijmin disekinin, di serî de jî Erdogan e. Gelên herêmê di oxira azadiyê de şehîdan didin. Mîna pêxember Îbrahîm li hember Nemrûd qurbanî daye.

Îbrahîm destnîşan kir ku Erdogan bi êrişên xwe hewl dide welatiyan bitirsîne, lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîn û rêya rast in ku rêya şehîdan e. Îbrahîm ev tişt got: "Li cem kê rêya şehadetê hebe û kê vebijartibe ne pêkan e rêya xwe ya ber bi rûmetê ve şaş bike."

Di merasîma sersaxiya şehîd Ehmed Silêman a li Dirbêsiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Elî wiha got: "Bi fedekariya şehîd Egîd û hevalên wî em li hember êrişên bêserûber ên dagirkeirya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin û em ê zulmê li ser gelên herêmê rakin da ku bi aştî û ewlehî bijîn."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên QSD’ê Omran Orkîş axivî û da zanîn ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Orkîş wiha domand: "Em ê di çarçoveya parastina mafên rewa de xaka xwe biparêzin. Ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin vîn û têkoşîna me têk bibin. Ji ber vîna me ji şehîdan û ji fikir û felsefeya neteweya demokratîk e."

Her wiha dayika şehîd Egîd Gerzan, Fatme Heydo wiha got: "Kurê min di oxira parastina welat û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe da."

Hîna şênî berê xwe didin bin konên sersaxiyê yên şehîd Dijwar û Egîd Gerzan.

Şêniyên Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh her du şehîd bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

(fr)

ANHA