'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'

Beşdarên Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê diyar kir ku îrade û hikmeta xweda ji bo dewlemendkirina civakê ye ne ji bo avakirina dijminahiyê ye û gotin mîrateya çandî û şîroveya şaş a ji hin ayetên Quranê re bûn sedem ku rola jinan were biçûkkirin.

'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'
'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'
'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'
'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'
'Mîrateya çandî û şîroveya şaş ji hin ayatan re sedemên lawazkirina rola jinan e'
11 ÇILE, 2022   14:47
QAMIŞLO

Rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweryan a Mezopotamyayê ya bi mijara "Çawa ol dikare rolekê di xurtkirina aştî, demokrasî û exlaqê civakê de bilîze?" dest pê kir.

Rûniştin ji aliyê berpirsê Fakulteya Olî ya Zanîngeha Rojava Mezin Mihemed, mamosteyê Fiqha Îslamê yê Zanîngeha Ebû Zebî Mihemed Hebeş, Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî ya  CÎhanî Bill Cruz û Profesora Bawerî û Felsefeya Îslamî ya Zanîngeha Ezherê Amna Nesîr ve hate birêvebirin.

Mamosteyê Fiqha Îslamê yê Zanîngeha Ebû Zebî Mihemed Hebeş behsa mijara nûkirina îxtaba olî û têkoşîna li hemberî xîtaba nefretê kir û got: "Her kes dizane ku tevgerên nefretê di destpêka hezarsala sêyemîn de geş bûn. Ev 20 salên ku di ser re derbas bûn dijwar bûn. Tevgerên tundraw derketin holê û dirûşma Îslamê bilind kirin. Divê em bipejirînin ku piraniya tiştên ku van tevgerên tundraw pêk anîne tiştek e ku bi nebûna hişmendiya aqilmend û rêbernameya saxlem di dibistanan de hîn kirine. Tişta ku di dîroka me û rastiya me de çêbûye ev e, divê êdî em ber bi xîtaba îslamî ya ku ji mirovahî û rûmeta mirovî bawer dike bimeşin.”

'MÎRATEYA ÇANDÎ Û ŞÎROVEKIRINA ŞAŞ A HIN AYETAN BÛ SEDEM KU ROLA JINÊ WERE KÊMKIRIN''

Profesora Bawerî û Felsefeya Îslamî ya Zanîngeha Ezherê Amna Nasîr behsa nirxên hevbeş di navbera olan de kir û ev tişt anî ziman: "Cûdahî îradeyek îlahî ye û hikmeta xwedayî heye ku ji bo dewlemendkirina hev û ne dijminatiya hev hatiye. Îradeya îlahî xwedî hikmeteke mezin e. Ol hatiye da ku me fêrî dersên îslamê yên avakirina jiyan û şaristaniyian bibin, ne şerê hev bikin."

Amna Nesîr her wiha bal kişand ser şîroveyên şaş ên ku jinan di civakê de kêm dike û wiha got: "Ez dibînim ku jin li gelek welatên erebî kêmendam in û xemsariya rola wan a girîng heye û ev yek jî di encama çanda mîrasî û şîrovekirina ayetan de hat. Olan roleke girîng dan jinan. Heger em vegerin serdema pêxember Mihemed em ê bibînin ku jin şerker bûn û di şeran de li hember mêran bi ser ketin. Tiştek nine ku jinan ji karê parastina civakê qedexe bike. Mîraseya çandî û şîroveyên şaş ji hin ayatn re hişt ku rola jinan kêm bibe."

Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî ya  CÎhanî Bill Cruz wiha got: "Divê em ol wekî amûra nêzîkirinê bi kar bînin, li hemberî hev rêzdar bin û çanda aştî û hezkirinê belav bikin, her wiha guh nedin kesên ku cûdekariyê di navbera olan de derdixin."

Ji mezhba durzî ya li Lubnanê, Şêx Samî Ebû El-Muna lidarxistina kongreyê pîroz kir ku ew ê li gorî encam û biryarên kongreyê tev bigerin.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, diyar kir ku divê çanda hezarkirinê di navbera olan de were belavkirin û xîtaba nefretê ji holê were rakirin. Her wiha ji bo pêkanîna rihê mirovahît, nirxên civakî, jiyana aştiyane karekî hevbpar were kirin.

Rûniştina duyemîn a kongrê bi dawî bû. Tê payîn ku mekanîzmeya karê pêşerojê were nîşakirin û encamname were dayîn.

ANHA