​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê moşekek teqîner bêbandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê moşekek teqîner li taxeke bajarê Reqayê bêbandor kir.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê moşekek teqîner bêbandor kir
11 ÇILE, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku duh yekîneyên endazyariyê yên hêzên wan moşekeke teqîner ji bermahiyên şer li taxeke bajarê Reqayê, bêbandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha domand: "Welatiyekî ji navendeke me ya ewlehiyê re ragihand ku li rojhilatê bajêr li nêzî sûka hesin cismekî xerîb heye. Hêzên me yekser berê xwe dan cihê bûyerê. Piştî lêkolînê yekîneyên endazyariyê diyar kir ku ew moşekeke kevn e û dirêjahiya wê bi qasî sê metreyan e û ji bermahiyên şerê li herêmê ye. Piştre hêzên me ew bêbandor kirin."       

 (dx)