​​​​​​​Nûnerên elewî û êzidî: Em ê bi hevgirtinê bigihêjin aştiyê

Nûnerên elewî û êzidiyan di Konferansa Ol û Baweriyan de da xuyakirin ku ji bo pêkanîna aştî û jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn divê hevgirtina di navbera ol û baweriyan de xurt bibe.

​​​​​​​Nûnerên elewî û êzidî: Em ê bi hevgirtinê bigihêjin aştiyê
11 ÇILE, 2022   09:55
QAMIŞLO

Konferansa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma li salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê didome.

Ajansa me têkildarî girîngiya kongreyê û çawaniya derbaskirina nakokiyên di navbera ol û baweriyan de, nêrîn ji nûnerên elewî û êzidiyan ên di kongreyê de girtin.

‘DIVÊ EM BAWERIYÊN HEV NAS BIKIN’

Endama Meclisa Elewî ya Efrînê Hêvî Silêman wiha axivî: "Civak, gel û bi taybet jin û zarok rastî qirkirinên domdar tên, ev yek bi taybet di êrişên dewleta Tirk a dagirker de eşkere dibe. Ji bo ku em vî şerî rawestînin û hêjayî cewherê ol û baweriyên li ku li ser axa pîroz a Rojhilata Navîn derketine, bin û vegerînin cewherê wê yê rastîn, divê em têkoşîna xwe xurt bikin."

Hêvî Silêman wiha domand: "Civaka elewî civakeke vekirî ye û civakeke ku li ser bingehê rêzdarî û demokrasiyê ava bûye, tevî êrişên ku li dijî wê têne kirin, lê hîna jî bi wan taybetmendiyên xwe ve girêdayî ye."

Hêvî Silêman bal kişand ser rola jinên elewî ya di balavkirina aştiyê de û wiha got: "Em wek jinên elewî wekî barekî li ser milê me ye ku em hêjayî vê xebatê bin û divê em xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku em demokrasî û aştiyê vejînin û ji bo parastina civakê û gihaştina aştiyê hevgirtî bin."

Her wiha diyar kir divê hemû ol û bawerî li dora hev kom bibin hev nas bikin da ku bikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Hêvî Silêman di dawiya axaftina xwe de got dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemon hêdî hêdî civakê ji hev parçe dikin û wan qir dikin, ji bo ku pêşiya van êrişan were girtin divê hemû ol û bawerî hev nas bikin û rêzê ji hev re nîşan bidin.

‘LIDARXISTINA KONGREYÊ GAVEKE MEZIN E’

Endama Koordînasyona Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso jî got ev kongre gaveke mezin e, beriya 5 hezar salan gelan û hemû olan karîn di civakekê de bi hev re bijîn, lê piştî ku ol wek ji berjewendiyeke siyasî hate bikaranîn, ev model têk çû.

Sûad Hiso wiha domand: "Civaka êzidî ji aliyê Osmanî û Romê ve rastî gelek komkujiyan hat, a herî dawî di sala 2014`an de li ser destê DAIŞ`ê bû. Herêmên me rojane rastî êrişan tên, ev jî li ser navê îslamê tê kirin, ji ber vê yekê lidarxistina vê kongreyê di demeke guncaw de bû. Bi rê vê em dikarin ferqê bixin navbera îslama demokratîk û îslama siyasî."

Sûad Hiso wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku hemû ol, mezheb û bawerî bi hev re bijîn û biratiya gelan ku rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, esas bigirin."

ANHA