Li Kazaxistanê serokwezîrekî nû hate erkdarkirin

Serokê Kazaxistanê Qasim Tokayev piştî bûyerên li welêt, îro serokwezîrekî nû erkdar kir. Her wiha got divê hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariyê ya Komî (CSTO) yên ku piştî bûyerên vê dawiyê derbasî welêt bûne, derkevin.

Li Kazaxistanê serokwezîrekî nû hate erkdarkirin
11 ÇILE, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev piştî zêdetirî hefteyekê ji bûyer û xwepêşandanên li welat, di civîneke li parlamentoyê de zindî hat weşandin, Elî Xan Îsmaîlov wek serokwezîr erkdar kir.

Parlamentoyê ji bo erkdarkirina Îsmaîlov (49) ku di hikumeta berê de ji aliyê Tokayev ve hatibû dûrxistin, deng da.

Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku di xwepêşandanên hefteya borî de nêzî 10 hezar kes hatine girtin.

Tokayev di civîna CSTO’yê ya bi serokatiya Rûsyayê de got aramî li welat vegeriye. Piştî parastina biryara xwe ya vexwendina hêzênCSTO’yê, Tokayev da zanîn ku dê di nava 2 rojan de ji welat derkevin.

Tokayev got: "Erka sereke ya hêzên aştîparêz ên CSTO’yê bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Pêvajoya vekişîna wan hêzan ji deh rojan zêdetir nabe."

Beriya hefteyekê xwepêşandan li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê hatibûn lidarxistin. Piştre bû hêrseke li dijî hikumeta Tokayev û serokkomarê berê Nursultan Nazarbayev ê 81 salî.              

(dx)