​​​​​​​'Dewleta Tirk dixwaze tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dan û diyar kirin ku dewleta Tirk bi vane êrişan dixwaze tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne û şêniyan koçber bike.

​​​​​​​'Dewleta Tirk dixwaze tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne'
11 ÇILE, 2022   05:15
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li gel êrişên bejahî, bi balafirên bê mirov ên biçek welatiyan dike hedef. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Roja şemiyê artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Elîşêr, Til Hacib, Qeremox, Xanê, Serzorî û Gûltepe yên rojhilatê Kobanê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyek şehîd bû û 12 birîndar bûn, di nav de jin û zarok hebûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 30`yê Kanûna par komkujiyek li dijî welatiyên navçeya Zirganê pêk anî, di encamê de du jin û zarokek şehîd bûn ku ew jî, Cewahir Mûsa Nehar û xwişka wê Cemale Mûsa Nehar û zarokê bi navê Elam Elî El-Îsa yê 2 salî bûn, her wiha 9 kesên din jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lidarxistina çalakiyên cuda, êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Kobanê û navçeya Zirganê şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2022/01/10/211134_-.webp

Welatiya bi navê Zehre Remedan a ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî kantona Kobanê û herêmên din, rûreşiya dewlet û rêxistinên qaşo banga mirovahiyê dikin nîşan dide. Zehra Remedan ev li gotina xwe zêde kir: "Çi gunehên zarokan e ku têne qetilkirin, ma gelo zarokê bi navê Ebdo yê ku lingê wî hate jêkirin, xeterî li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê çêdikir? Dewletên garantor ên li herêmên me çi dikin?"

Zehra Remedan têkildarî êrişên li ser Kobanê  got: "Êrişên beriya çend rojan ên ser li Kobanê, berdewamkirina planên dewleta Tirk a dagirker e da ku tola DAIŞ`ê hilîne ku destpêkê ji Kobanê hatine têkbirin."

/kr/uploads/files/2022/01/10/211107_-.webp

Welatiyê bi navê Xoşnav Xelîl jî bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku dawî li komkujiyên Tirkiyê û êrişên wê yên li ser herêmê bînin.

Xelîl piştgiriya herêmê ji bajarê Kobanê re anî ziman û got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta derxistina dagirkeran, dê yek dest bin.

/kr/uploads/files/2022/01/10/211151_-.webp

Samiye El-Elî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û ev li gotina xwe zêde kir: "Tirkiye dewleteke dagirker e, her tim êriş dike da ku herêmê dagir bike û erdnîgariya xwe berfireh bike, lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedan û vîna xwe ya xurt ev hewldan têk bir."

Samiye El-Elî da zanîn ku dewletên garantor ên hevpeymana agirbestê, berpirsên sûcên dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Li hemberî van komkujiyan ka Rûsya û Amerîka? Çi xeteriya wan sivîlên bêguneh û zarokên şîrmij e? Ma gelo zarokê li Kobanê dikare çareke din bimeşe? Li ser vê yekê dewletên garantor ên li herêmê berpirsên rijandina xwîna sivîlên bêguhen e."

Samiye El-Elî diyar kir ku bêdengiya DYA`yê û Rûsyayê ya li hemberî rewşa herêmê, isbata hebûna plan û siyasetên hevbeş ên di navbera wan de, dike.

(eh)

ANHA