​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê krîza aborî û biryarên dûrî rewşê

Di demekê de ku li herêmên hikumeta Şamê welatî rûbirûyî krîza debarê ya aborî ya dijwar ne, hikumeta Şamê biryarên dûrî rewşa heyî dide ku krîzê kembaxtir dike.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê krîza aborî û biryarên dûrî rewşê
11 ÇILE, 2022   02:20
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL-LÎLAV DÊWANÎ

Sûriyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de azara krîza aborî ya dijwar dikişînin. Ji ber ku hikumet bangên wan paşguh dikin û biryarên dûrî rewşa jiyanê didin. Ew yek jî di demekê de lîreya Sûriyê li beramberî pereyên biyanî nirxa xwe pir winda kir, derfeta kar tune ye û hevsengî di navbera xerckirin û birind pereyan tune ye, pêk tê. Bi wê re rewşa debarê li gelek herêman kembaxtir bû.

Bi derbasbûna 10 salan di ser krîza Sûriyê re, eşkere ye rewşa aborî ya welat ber bi hilweşînê ve ye, nexasim ligel tunebûna çareyên binyad ku krîzê bi dawî bikin.

Li herêmên hikumeta Şamê welatiyan sala nû bi gelek krîzên aborî pêşwaz kir, mijara hevbeş di navbera wan de bilindbûna bihayên sotemenî û kelûpelan e. Ew krîz encamên biryarên hikumetê ne ku ji rewşê dûr e.

BIRYARÊN BI ARMANCA XWEXELSKIRINA JI WELATIYAN

/kr/uploads/files/2022/01/10/214935_1484d528-2c70-4a9f-84fd-4f3af1c3aae2.webp

Wezareta Bazirganiyê û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê di 11’ê Kanûna 2021’an de biryarek da, tê de bihayê lîtreya benzîna Oktan 90, li şûna 750 lîreya Sûriyê, kir hezar û 100 lîre. Hikumetê bi vê yekê biryara xwe rewa kir ku petrolê bi du qatî ji derve tîne heta digihîne Sûriyê, ji ber ceza li dijî Sûriyê hene.

Bikarhînerên medyaya civakî di postên xwe de ev biryar rexne û red kirin. Welatiyekî wiha nivisîbû: "Ji bo ji welatiyan xilas bibe û rewşên krîzên dil zêde bike bihaya benzînê hate bilindkirin. Hîna xêr di sala nû ya 2022’yan de ye."

Welatiyekî din jî ev tişt got: "Ma çi biskilêt ve ye, werzîşeke baş e."

Yek din jî wiha nivisî bû: "Hûn dûrî rewşê ne û dûrî rewşa gel in. biryarên wê vê yekê nîşan didin."

Berê jî hikumeta Şamê bihayên mazot û benzîna Oktan 90 bilind kir, yê bi rêya "Betaqa Zekiyê" jî ji alav û erebeyan re belav dikin karê xwe dixinê, bi wê re bihaya lîtreya mazotê digihîne hezar û 700 lîreyên Sûriyê û benzîna Oktan 90 digihîne 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Di heman demê de bihaya benzînê li sûka reş, piştî ku bi 2 hezar û 500 lîreyîm Sûriyê bû, gihaşt 3 hezar lîreya Sûriyê, mazot jî piştî ku bi 3 hezar û 500 lîreya Sûriyê bû gihaşt 4 hezar lîreyên Sûriyê.

Ji Şamê rojnamgerekî ji ber rewşa ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, ji ajansa me re got: "Bihaya mazota sobeyan ji her lîtreyekê gihaşt 500 lîreya Sûriyê, bi wê re her malbatek tenê 50 lître mazot di dirêjahiya salê de werdigire. Anku divê tenê di rojê de nîv lître mazot xerc bike."

Zêdekirina bihayên sotemeniyê bandora li bihayên kirêya çûn û hatinê jî kir, bi wê re bihaya erebeyên kirê li hember her kîlometreyekê bû 500 lîreyên Sûriyê.

Li beramber wê yekê li tevahî rawestgehên veguhastina giştî qerebalexa welatiyan heye, ji ber ku piranî welatî berê xwe didin wesayîtên giştî, ji ber kirêyên wê li hember kirêyên veguhastina taybet kêm e.

ÊZING BIJARTEYA WAN A YEKANE YE

Krîza gazê jî di çend salên borî de sernavên rojnameyên navneteweyî bûn. Lê hikumeta Şamê tu agahiyên zelal li hember çawaniya rizgariya ji vê krîzê nîşan nedan.

Lê berovajî wê, Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê di Mijdara borî de biryarek da, tê de bihaya gaza malan a bi rêya karta elektronîk du qatî bilind kir. Wê jî hişt piranî malbat ji bo çêkirina xwarinê û germkirinê êzingan bikirin. Ji ber ku gaza malan kêm û bihaya ye, li gel wê jî bihaya mazotê jî bilind e û saetên dayîna kehrebê pir kêm in.

Li gorî rojnameger, guhartina tupa gazê bi 10 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye, lê beriya wê bi 3 hezar û 800 bû. Lê bihaya tupa gazê li sûka reş di navbera 120 heya 150 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

NIXRÊ MADEYÊN MEZEXÊRAN BI RÊJEYA JI SEDÎ 400 HATIN BILINDKIRIN

Di navbera 01.01.2021 heta 01.01.2022’yan de bihayên kelûpelan û xwarinê li sûkan pir bilind bû, bi wê re bihayên hin madeyan heta zêdetirî ji sedî 400 bilindtir bû.

Li gorî malpera"El-Meşhed" a hikumeta Şamê bihaya penêr, goşt, sebze û fêkiyan gihaşt navbera ji sedî 50 û 417, 91’an.

Li gorî heman malperê, biha zêde di sebzeyan de çêbû, bi taybet kartol. Bihaya her kîloyek kartolekê gihaşt 2 hezar û 800 lîreyên Sûriyê, lê bihaya wê di par de 670 lîreyên Sûriyê bû, kîloya şekir gihaşt 2 hezar û 600 lîreyên Sûriyê, kîloya xwê, piştî ku bi 600 lîreyên Sûriyê bû gihaşt hezarî lîreyên Sûriyê.

Rojnameger got: "Sedem ew e ku kirîna pereya Sûriyê li hember pereyên biyanî kêm bûye, bertîl li ser bendên kontrolê hene, lêçûna kargoya cîhanê zêde bûye, her wiha pakêtek bi 7 hezar dolar bû, lê îro nêzî 20 hezar dolar e. Ew jî ji ber petrol biha bûye, bandorên pandemiya vîrusa Koronayê û tedbîrên peydakirinê hene."

Li gel wê jî axaftina li ser krîza nan û rola hikumetê di kembaxkirina wê de zêde bûye. Ew yek jî piştî hikumetê hejmara tûrên nan ên bi rêya "bîtaqa zekiyê" difiroşe, li gorî hejmara her malbatekê diyar kir, pêk hat. Li pêş firnan tabûrên dirêj ji welatiyan hene da ku tûreke nan ku bihaya wê bû 200 lîreyên Sûriyê, wergirin. Tevî wê jî axaftina hikumetê ya li ser çarekirina krîza genim û peydakirina ard berdewam e.

Li gorî agahiyên ji herêmên di bin kontrola hikumetê de hatine girtin, serbazên hikumetê tûreke nan bi 200 lîreyên Sûriyê dikirin û li sûkên reş bi 5 qatî anku bi hezarî lîreyî difiroşin.

GENDELÎ BELAV BÛYE

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama lawazbûna hêza kirînê ya welatiyan û berbelavbûna gendelî û tunebûna çavdêriyê de, di vê dema dawî de li sûkên herêmên hikumeta Şamê werşe hene, "bermahiyên mirîşkan" tevlihev dikin û bi bihayekî kêmî bihaya goştê mirîşkan li sûkan difiroşin şêniyan. Ev werşe "bermahiyên mirîşkan" ji hestî û xirtokan dihêrin û tev li hinek goştê mirîşan dikin û bi 9 hezar û 500 lîreyên Sûriyê difiroşin welatiyan.

Di heman demê de kîloya goştî çêlan bi 22 hezar lîreyên Sûriyê, kîloya goştî mihan 26 hezar lîreya Sûriyê û kîloya goştî ga bi 22 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Kesên mirîşkan xwedî dikin texmîn kir ku bihaya kîloya mirîşkan bigihîje 10 hezar lîreyên Sûriyê. Ji ber bihaya soya bi 2 milyon û 800 hezar lîreyên Sûriyê ye, anku ji her tonekê re 400 hezar zêde dibe. Xwediyên mirîşkan hişyarî da ku piştî du mehan ji welatiyan re mirîşk tune ye.

Bi bihabûna bihaya mirîşkan bi awayekî mezin, kêmbûna xwedîkirina wan û lîstina bi bihayan ji hêla hin kesên mirîşkan derbas dikin, îhtîmal heye ku sûrî di dema pêş de ji mirîşkan mehrûm bibin.

KRÎZA TENDURISTIYÊ…

Beşa tenduristiyê jî ji bandorên krîza aborî û daketina nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar nefilitî. Bi wê re bi awayekî fermî bihaya derman bi rêjeya ji sedî 30 zêde bû. Lê di pratîkê de li sûkên reş 3 qatî bilind bûye. Ew hemû piştî rojekê ku mûçeyên karker û karbesên hikumeta Şamê piçekî zêde bû, pêk hat.

Di nîvê Kanûna borî de, Beşar Esed biryarek da, tê de ji sedî 30 mûçeyên karkerên li saziyên xwe zêde kir, lê mûçeyên karbesan bi rêjeya ji sedî 25 zêde kir. Anku piştî zêdebûnê mûçe bû 30 dolar. Li beramber wê jî li gorî hin lêkolînan pêdiviya her malbateke sûrî  bi 250 dolar heye.

Piştî gelek xwestekên ji kargehên derman ên dabînkirina derman Wezareta Tenduristiyê ya Şamê derman biha kir. Ji ber lêçûna çêkirina derman biha ye û xwediyên kargehan zirarê dikin.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de krîz û azara kêmbûna derman heye. Her wiha tedbîrên hikumetê yên ji bo sivikkirina bandorên wê li ser welatiyan bi ser neketin.

(fr)

ANHA