Bedran Hemo: PDK hewl dide aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo diyar kir ku PDK`ê bi girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê hewl dide projeya demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Bedran Hemo: PDK hewl dide aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe
11 ÇILE, 2022   02:45
HELEB-ARÊF SILÊMAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya xwe bi dewleta Tirk re didomîne. Herî dawî, li herêma Xelîfanê di 29`ê Tebaxa 2021`an de, di kemînekê de 5 gerîla şehîd xistibûn.

Ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 3 mehan ve li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar dixe. Lê PDK`ê bi hiceta ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişî deriyê sînor kiriye, deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo ji ajansa me re axivî û got: "PDK`ê bi girtina deriyên sînor armanc dike, herêmê têxe embargoyê."

Hemo wiha domand: "Armanca PDK’ê ya sereke ji girtina deriyên sînor; derxistina xelkê herêmê li dijî Rêveberiya Xweser e û berjewendiyên dijminê gelê Kurd (dewleta Tirk) pêk bîne."

Her wiha Bedran Hemo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bûye giravek ku ji hemû aliyan ve bi avê hatiye dorpêçêkirin û wiha pê de çû: "PDK`ê bi dewleta Tirk re hewl dide projeya Rêveberiya Xweser tune bike û aboriya herêmê têk bibe, da ku timayên dewleta Tirk di dagirkirina herêmê de pêk werin."

Hemo ev li gotinên xwe zêde kir: "Ruxmî wê jî heta vê kêliyê Erdogan nekarî projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji ber ku ev rêveberî, xwe bi hêz li qada Sûriyê ferz kir. Gelên herêmê bi rê ve birin û ruxmî şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe û êrişên dewleta Tirk, ewlehî li herêmê peyda kir."

Bedran Hemo têkildarî çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê wiha axivî: "Ji zêdetirî 3 mehan ve, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li PDK`ê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî wan bikin ku di oxira parastina axa Kurdistanê de ji aliyê çekdarên PDK`ê ve hatin şehîdxistin. Helwesta PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan, tê wê wateyê ku tu ferq di navbera wê û dijminê gelê Kurd de tune ye."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo di dawiyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK û dewleta Tirk bê deng nemînin.

(şx)

ANHA