16 hêz û partiyan banga vekirina deriyê sînor li desthilata Başûr kir

16 hêz û partiyên niştimanî yên sûrî got, girtina deriyê Sêmalkayê di van rewşên dijwar de, azara gelê sûrî zêde dike. Partiyan bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê kir ku ji ser biryarên xwe vegere û derî veke.

16 hêz û partiyan banga vekirina deriyê sînor li desthilata Başûr kir
10 ÇILE, 2022   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî girtina deriyê sînor ê Pêşxabûr ji aliyê desthilatên Başûrê Kurdistanê ve, hêz û partiyên niştimanî yên sûrî daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Sê hefte di ser girtina deriyê sînor ê Sêmalka re derbas bûn ku desthilata herêma Kurdistanê ya Iraqê piştî rêzenakokiyan ev biryar girt. Lê ev biryar di bingeha xwe de ji her du aliyan ve tu têkiliyên xwe bi rêveberiya derî ve tune ye.

Ji 2012`an ve ev derî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deriyekî girîng e, ji ber ku ambargo li ser tê meşandin û derî ji bo xizmetên mirovî dihat bikaranîn, di serî de ji bo nexweşiyên penceşêrê, şewat û nexweşiyên giran. Her wiha rêxistinên navneteweyî yên bi kar û barên lojîstîkî ve radibin ev derî ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihên herêmê re bi kar tîne. Li aliyekî din jî derî rêya yekane ya di navbera niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê li kampên penaberan ên li herêma Kurdistanê Iraqê  de ye. Yekane derî ye ku hin hewcedariyên bingehîn ên jiyanê têre derbasî herêmê dibin jî.

Girtina vê derî di van rewşên dijwar de, azara mirovên sûrî zêde dike, nexasim bi belavbûna vîrusa Koronayê re. Her wiha di demeke ku hîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gefên terorê û zextên leşkerî, ewlehî û aborî re rû bi rû ye, girtina derî gefan li gelek qadên aktîf dixwe.

Em partiyên siyasî û hêzên niştimanî yên sûrî bang li desthilatên herêma Kurdistana Iraqê dikin ku ji ser biryara xwe vegere û deriyî sînor veke, her wiha tedbîrên bîrokratiyetê sivik bike, ji ber ku barên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir dike. Em piştrast dikin ku hikumeta herêma Kurdistanê û parlamantoya wê li hemberî azara mirovî ya li Sûriyê, xwedî helwestên erênî bû, ji lew re em bang li wê dikin ku ji ser biryara xwe ya dawî vegere da ku xizmeta cîrantiyê bike û piştgiriya vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Partiyên ku ev  daxuyanî dane ev:

Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk

-Tevgera Çaksazî-Sûriyê

-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

-Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyê

-Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyê

-Desteya Niştimanî ya Erebî

-Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyê

- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

-Partiya Muhafezkaran

-Partiya Yekitiya Suryanî

- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

-Partiya Sûriya Pêşerojê

-Partiya Kesk a Demokratîk

-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê

(eh)

ANHA