Zêdan El-Asî: Armanca sereke ya dewleta Tirk ji êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e

Zêdan El-Asî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi erêkirina civata navneteweyî ye û yek ji armacên van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. El-Asî got, berxwedana gelan dê dawî li hemû komployan bîne.

Zêdan El-Asî: Armanca sereke ya dewleta Tirk ji êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e
11 ÇILE, 2022   00:38
REQA-XALID CUMA

Dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye û di encamê de gelek jin û zarok bûn qurban. Li hemberî êrişan civata navneteweyî bê deng e.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê şermezar kir û got, bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan, rê li pêşiya gurkirinê vedike û xeteriya wê li ser herêmê zêdetir dibe.

Zêdan El-Asî ji ajansê re axivî û diyar kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, êrişên Tirkiyê yên li dijî Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ranewstiyane. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziyê ve komên çekdar bi rêxistin dike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Di aliyê leşkerî de destwerdanê li Sûriyê dike, gelek herêmên wê dagir kirin û li dijî şêniyan komkujî pêk anîn."

ARMANCA ÊRIŞAN Û DEMÊN PÊKANÎNÊN WAN

El-Asî da zanîn ku ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk êriş dike û wiha domand: "Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Armanc ji vê yekê derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e ku hemû pêkhateyan digire nav xwe. Ji ber ku ev proje li Rojhilat Navîn cuda ye."

Zêdan El-Asî îşaret pê kir ku êrişên vê demê yên artêşa Tirk ên li dijî herêma Kobanê, gelek armancên wê hene û got: "Ji ber ku Rêveberiya Xweser ber bi hilbijartinan ve diçe û hemû pêkhate cihên xwe tê de digirin, ev jî ne li gorî siyaseta dewleta Tirk û hin aliyên din e."

El-Asî bi domdarî got: "Destwerdana Tirkiyê ya di vê demê de gelek nîşaneyên wê hene. Êrişên dawî erêkirina navneteweyî, nexasim Rûsya û hikumetê ye. Em dizanin ku bi lihevkirinên veşrtî, destên hikumeta Şamê di van êrişan de hene, da ku Rêveberiya Xweser têk bibin."

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê anî ziman ku di demên dawî de li Rûsya û Urdun civîn û hevpeymanên veşartî di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, hatin lidarxistin û bi navbeykariya Rûsyayê hevpeyman hatin mohrkirin û wiha dewam kir: "Di hemû civînên li Astanayê li dar ketin de, di navbera hikumetê û Tirkiyê de û bi navbeykariya Rûsyayê komplo hene, da ku nehêlin ku rêveberî damezrandina xwe temam neke."

El-Asî anî ziman ku  armanceke din a dewleta Tirk ji êrişên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ew e ku bala gelê Tirkiyê bikişîne ser şerê li derve û wê bi krîzên navxweyî mijul nebe.

Zêdan El-Asî destnîşan kir ku çiqasî dijmin êriş bike û xurt be, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe nespêre tu kesî û wiha got: "Ji ber ku ger yekitiya xwe ava bike dê dewleta Tirk a dagirker nikaribe armancên xwe pêk bîne. "

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan xwedî helwest be û dawî li êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne.

(eh)

ANHA