ANHA vê êvarê dê barnameyeke taybet têkildarî geşedanên dawîn biweşîne

Ajansa me ANHA vê êvarê dê bernameyeke taybet têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li Idlibê, agahiyên der barê lihevkirina Şam û Enqereyê de û ambargoya li ser herêmê biweşîne.

ANHA vê êvarê dê barnameyeke taybet têkildarî geşedanên dawîn biweşîne
10 ÇILE, 2022   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, bi taybet li dijî kantona Kobanê. Hemwextî wê balafirên şer ên Rûsyayê ji çend rojan ve Idlibê bombebaran dikin, ev jî bi xwe re pirsan derdixe holê.

Li rex wê jî, çapemeniya Tirk agahî belav kirin ku Şam û Enqereyê li hev kiriye ku operasyoneke hevbeş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

Ev her du mijar, ambargoya li ser herêmê û gelek mijarên din dê vê êvarê di bernameyeke taybet de li gel gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Kurdî Newaf Xelîl saet di 20:00`an de li ser malpera ajansê û hesabên medyaya sanal yên ajansê were weşandin.

/ar/

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

(şx)

ANHA