Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 5 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi koronayê ketin
10 ÇILE, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmê 5 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin, 3 ji Qamişlo, yek ji Hesekê û yek ji Reqayê ne. Desteyê diyar kir ku kesên nû bi koroanyê ketinê 4 mêr û jinek in.

Li gorî van daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 37 hezar û 266, hezar û 574 kes mirine, her wiha rewşa 2 hezar û 516 kesî baş bûye.

ANHA