Malbatên şehîdan ên Efrînê êrişên li ser Kobanê şermezar kirin

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji hêzên navneteweyî xwest zextê li dewleta Tirk a dagirker bikeda ku xaka Sûriyê derkeve û êrişên li ser Kobanê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên Efrînê êrişên li ser Kobanê şermezar kirin
10 ÇILE, 2022   13:38
ŞEHBA

Bi dehan endamên Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê, êrişên li ser Kobanê şermezar kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Bekîr daxuyanî bi kurdî û bi erebî jî endama meclisê Rîm Horo xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin:

“Destpêkê em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û şîfayeke acil ji hemû birîndaran re dixwazin.

Encama têkçûna hikumeta Tirk ji ber krîza xwe ya siyasî û aborî, dihêle komkujiyan li ser gelê Kurdistanê û bi taybet bajarê Kobanê yê berxwedêr bike.

Bi êrişên xwe de deverên pîroz dike hedef û çekên qedexekirî bi kar tîne da ku koçberî û qirkirina gelên herêmê pêk bîne.

Em van êrişên dewleta Tirk yên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê bi tundî şermezar dikin. Hemû kesên piştgiriyê didin faşîzma Tirk û çeteyên wê, sûcdar in.

Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo sekinandina van êrişan bikevin nav hewldanan.

Em wek Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, dev ji nirxên xwe bernadin û soz didin şehîdên xwe heya civakeke exlaqî û demokratîk ava bikin.”

ANHA