Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin

Şêniyên kantona Hesekê 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk bi merasîmeke biheybet oxir kirin. Her wiha QSD`ê domandina berxwedan û têkoşîna li dijî her cure êrişan piştrast kir.

Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
10 ÇILE, 2022   12:41
HESEKÊ

Bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, şehîdên QSD`ê Tirkî Elî El-Mismar (Dijwar) û Ehmed Silêman (Egîd Garzan) hatin oxirkirin.

Merasîmê bi torena leşkerî dest pê kir, piştre li ser navê meclisa leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê axivî. Şiyar Hesekê piştrast kir ku hêzên wan dê ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û biratiya gelan tev bigerin û soz da şehîd û malbatên wan ku dê heya gihaştina serkeftinê û pêkanîna jiyaneke azad têkoşîna xwe bidomînin.

Hesekê wiha got: "Şehîd rêya nifşên nû ronî dikin, ji bo ku em azad bijîn, wan canê xwe feda kir."

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El-Salih wiha got: "Em bi navê meclisê, bi navê her dayikeke zarokên wê şehîd bûne, her jinekê ku hevjînê wê şehîd bûye, her zarokekî ku bav û dayikên wan şehîd bûne, sersaxiyê ji civakê re dixwazin û şehîd Egîd Garzan û Tirkî El-Mismar oxir dikin."

Piştre wesîqeyên her du şehîdan ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Şehîd Tirkî El-Mismar (Dijwar) ji bajarê Hesekê ye û di 8’ê Çileyê de li Tirwaziyê şehîd bû û şehîd Ehmed Silêman (Egîd Garzan) jî ji navçeya Dirbêsiyê ye û di 5`ê Çileyê de li herêma Firatê şehîd bûbû.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Ehmed Silêman (Egîd Garzan) bi karwanekê ber bi navçeya Dirbêsiyê ve kete rê da ku li Gortistana Şehîd Rustem Cûdî were veşartin û cenazeyê şehîd Tirkî El-Mismar (Dijwar) jî li Gortistana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawûdiyê yê Hesekê hate veşartin.

ANHA