Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir

Şaredariya Holê ya kantona Hesekê dest bi pêkanîna projeyên xwe yên sala 2022`yan kir. Rêyên nû yên gelek gundan vekirin û gelek rê jî sererast kirin.

Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
Şaredariya Holê dest bi projeyên sala nû kir
10 ÇILE, 2022   12:03
HESEKÊ-ELÎ EL-NECÎD

Ji bo hêsankirina tevgera şêniyan li navçeya Holê ber bi navendê ve, Şaredariya Gel a navçeya Holê li gorî plansaziya 2022`yan, dest bi vekirina gelek rêyên nû û sererastkirina rêyên xirabe li aliyên bakur û başûr ên navçeyê kir.

Li gorî çavdêrê fenî yê şaredariyê Îbrahîm El-Salih şaredarî dixwaze rêyên gundên li başûrê bakurê navçeyê yên El-Xan, Xerîse, Um Huceyre, Xezîle, Ciwêsmiyê, Til El-Cayir û Um Xedîr veke.

Îbrahîm El-Salih da zanîn ku rê dê bi firehiya 6 metreyan be û dê nêzî 3 hezar metrekab xîz lê were xerckirin.

(şx)

ANHA