Wêneyê hovîtiya çeteyan a li Girê Spî

Di wêneyekê de ku ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatiye bidestxistin, hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li dijî kesên ku têne revandin, xuya dibe.

Wêneyê hovîtiya çeteyan a li Girê Spî
10 ÇILE, 2022   10:05
EYN ÎSA

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Girê Spî yên ku ji kantonê derneketin, berdewam in.

Di wêneyekî de ku xizmekî Mihemed Ebdulezîz El-Meşhûr daye, îşkenceya ku li Mihemed hatiye kirin, xuya dibe.

Di Kanûnê de çeteyên Ebû Meşel El-Sefranî, Mihemed El-Meşhûr revand û piştî ku 3 hezar dolar ji malbata wî stand ew serbest berda.

Beriya çend rojan ajansa me wêneyek belav kir ku ji girtîgeha polîsên leşkerî yên li Girê Spî ya dagirkirî hatibû kişandin û tê de îşkenceya ku li kesên ku revandî tê kirin, xuya dibû.

(şx)

ANHA