​​​​​​​Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir

Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê ya Navneteweyî li salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bi dirûşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin" dest pê kir.

​​​​​​​Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir
10 ÇILE, 2022   10:01
QAMIŞLO

Kesayetên oldar û siyasetmedar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, hevserokêb Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye û Telat Yunis, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûm û nûnerên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê di kongreyê de amade ne.

Tê payîn ku hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer axaftina destpêkê bike.

Dê di kongreyê de da gelek peyamên dîtbarî werin dayîn ku di nav de yên Komîteya Ol û Civakê ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK), patrîk Mor Ignatius Joseph ê Sêyemîn yê Yewnan, patrîkê Suryanên katolîk ên Antakyayê, gerînendeyê Ewqafê ya El-Ezher El-Şerîf, şêxê ola êzidî û serokê Meclisa Ruhanî ya Laleşa Nuranî Baba Şêx Elî û bi navê zerdeştiyan nûnerê zerdeşt ê Rojava El-Aserwan Îsam Sebrî Mihemed.

Îro dê 2 mijar di kongreyê de werin nîqaşkirin; ‘Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn çi astengî li pêşiyê hene’ û ‘Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan çi ne?’

Di roja duyemîn a kongreyê de, dê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Her wiha dê serokê Komxebata Diyalogê ya Cîhanê û serokê Kongreya Edalet û Aştiyê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rifaî û metranê Suryanên ortodoks Mar Eustatios Matta Rohm biaxivin.

(şx)

ANHA