Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî gundewarên Idlibê kir

Hêzên hikumeta Şamê duh bi şev gelek dever li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mubîn nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Dar Kebîra a li başûrê Idlibê kirin hedef. Li Sehil El-Xab jî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta bi hev ketin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî gundewarên Idlibê kir
10 ÇILE, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

NavendaÇavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Idlibê topbaran kirin. Duh bi şev û barbanga vê sibê deverên li Bare, Sifohin, derdora Kansefra, Filêfil û Bînîn ên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê kirin hedef.

Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mubîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Dara Kebîra a li başûrê Idlibê topbaran kirin. Lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Li eniya El-Hemîqa ya Sehil El-Xab, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bi hev ketin.

(şx)