Wezareta Karên Hundir a Kazaxistanê: 8 hezar kes hatin girtin

Wezareta Karên Hundir a Kazaxistanê îro ragihand ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandanên li welêt de nêzî 8 hezar kes girtine.

Wezareta Karên Hundir a Kazaxistanê: 8 hezar kes hatin girtin
10 ÇILE, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Kazaxistanê da zanîn ku rewş li welêt aram bûye û ketiye bin kontrolê.

AFP`ê ragihand ku înternet dîsa li Almatiyê vebûye piştî ku 5 rojan hatibû qutkirin.

Nivîsgeha Serokatiyê ya Kazaxistanê duh ragihandibû ku gelek kargehên stratejîk ên welêt ji aliyê hêzên koalîsyonê ve ya bi serkêşiya Rûsyayê, tên parastin.

(şx)