Rojnameyên erebî: Partiyên Kurdan êrişa Tirkiyê ya li ser Kobanê şermezar kir

Rojnameyên erebî vê sibê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê, civîna yekemîn a Parlamentoya Iraqê û şerê li Yemenê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Partiyên Kurdan êrişa Tirkiyê ya li ser Kobanê şermezar kir
Rojnameyên erebî: Partiyên Kurdan êrişa Tirkiyê ya li ser Kobanê şermezar kir
Rojnameyên erebî: Partiyên Kurdan êrişa Tirkiyê ya li ser Kobanê şermezar kir
10 ÇILE, 2022   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

`PARTIYÊN KURDAN ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI SER KOBANÊ ŞERMEZAR KIR`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Partiyên Kurdan êrişên Tirkiyê yên li ser bajarê Kobanê yê nêzî sînorê Tirkiyê, şermezar kirin ku di encamê de sivîl bûn qurbanî û bi dehan sivîl birîndar bûn. Partiyan bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku sozên xwe wek hêzên xwedî bandor li herêmê, pêk bînin û Enqereyê neçar bikin ku li gorî lihevkirina agirbestê tev bigere.

Li gorî çavkaniyan, 4 gund; Qeremox, Xanî, Til Hacib û Alîşar ên li rojhilatê bajêr roja şemiyê bûn hedefa topên Tirkiyê ku di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 11 sivîlên din birîndar bûn.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bi daxuyaniyan ev êriş şermezar kir û got dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî provoke bike da ku şerekî berfireh li herêmê pêk bîne."

‘EL-HELBÛSÎ CAREKE DIN BÛ SEROKÊ PARLAMENTOYÊ’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Endamên Çarçoveya Koordînekirî ya Şîe duh êrişî serokê civîna parlamentoyê Mehmûd El-Meşhedenî kir û nekarî rê li pêşiya hilbijartina Mihemed El-Helbûsî wek serokê parlamentoyê ji bo cara duyemîn, bigirin."

`LI GEL SERKEFTINÊN LI ŞEBWAYÊ, MEREB JI ÊRIŞAN XILAS BÛ`

Rojnameya El-Beyan têkildarî Yemenê wiha nivisî: "Piştî çend mehan ji dorpêç û êrişan û li gel serkeftinên li Şebwayê, hêzên li Merebê li şûna parastinê dest bi êrişan kir.

Serokê Desteya Erkanê Sexîr Bin Ezîz piştrast kir ku hêzên artêşa li eniya başûrê Merebê bi pêşketine û zêdetirî 9 kîlometre vegerandine. Her wiha amadekariyan dike da ku êrişî Çiyayê Beliq El-Şerqî bike û bi temamî Merebê biparêze."

(şx)