Dema serlêdanên ji bo serokkomariyê li Iraqê dest pê kir

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî îro dema navdayîna ji bo serokkomariyê diyar kir.

Dema serlêdanên ji bo serokkomariyê li Iraqê dest pê kir
10 ÇILE, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sumeriye News, El-Helbûsî di civînekê de got: “Di 15 rojan de kesên dixwazin bibin serokkomar, dikarin navên xwe bidin.”

Duh di civîna yekemîn a parlamentoyê de Mihemed El-Helbûsî careke din wek serokê parlamentoyê, Hakim Ilzamî wek cîgirê wî yê yekemîn û Şaxewan Abdullah wek cîgirê duyemîn hatin hilbijartin.

(şx)