Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li navçeya Reco ya Efrînê revand

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye welatiyek ji şêniyên gundê Badîna yê navçeya Recoyê revand û ji bo wî berdin, ji malbata wî milyonek lîreyên Sûriyê xwestin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li navçeya Reco ya Efrînê revand
9 ÇILE, 2022   11:45
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê revand û ji bo wî berdin, ji malbatê milyonek lîreyên Sûriyê fîdye xwest.

Li gorî heman çavkaniyan navê welatiyê revandî; Îsmet Ehmed Ebdo (25) ye.  Çeteyan Ebdo bir navenda navçeya Recoyê.

(şx)

ANHA