Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê meşek dirêj li dar xist. Meş ji navçeya Amûdê destpê kir û dê li Qamişlo bi dawî bibe.

Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
9 ÇILE, 2022   10:48
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê bi boneya salvegera 9`an a Komkujiya Parîsê û ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê a li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn, bi dirûşma Bi xwebirêxistinkirinê em ê tundiyê tune bikin û dê şoreşa jinan bi ser keve meşek dirêj li dar xist.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan , şêniyên navçeyê û endmaên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn ku ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navçeya Amûdê destpê kir. Meşvan wê heta Qamişloyê bimeşin.

Tê payîn ku meşvan îro bi şev bigihêjin bajarê Qamişloyê.

(şx)

ANHA