Li Kazakistanê zêdeyî 5 hezar kes hatin girtin

Li Kazakistanê, ku welatê herî mezin ê Asya Navîn e, ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 5 hezar kes hatin girtin.

Li Kazakistanê zêdeyî 5 hezar kes hatin girtin
9 ÇILE, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çapemeniya xwecihî, Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya 125 lêpirsînên cuda de 5 hezar û 135 kes hatin girtin.

Li Kazakistanê, ku ji aliyê Hîdrokarbonê ve welatekî dewlemend e û nifûsa wê derdora 19 milyon e, vê hefteyê çalakiyên protesteyî li dar ketin ku ji sala 1989'an ji ragihandina serxwebûnê û vir ve di vê astê de neqewimîne.

Çalakiyên şermezarkirinê, piştî zêdekirina buhayê gaza petrolê (LPG) di 2'ê Çileyê roja yekşemê û di sêrî de paytext Almati dest pê kirin û li bajarên mezin belav bûn.

Serokkomar hikumet betal kir, lê belê ji bo tepisandina çalakiyan jî 'fermana kuştinê' da. Rêveberiya Kazakistanê hewara xwe gihand Rûsyayê. Rûsyayê jî bi tankan yekîneyên leşkerî şandin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine parvekirin, ji ber çalakiyan bi 175 milyon euroyî xisar bûye. Wezîr Erlan Tûrgûmbayev diyar kir ku zêdeyî 100 dikan û banka hatin talankirin, zêdeyî 400 wesayit hatin îmhakirin û got: "Îro li herêmên welêt hemûyan rewş aram bûye." Serokkomar Qasim Comert Tokayev jî got, "Rewş aram dibe."

Hikumet, hewldanên xwe ku di encamê de bi dehan kes kuşt, weke "têkoşîna li dijî terorê" pênase dike.

Çapemeniya xwecihî û navneteweyî radigihînin ku li Almati rewş hîn jî tengazar e.

RÛSYAYÊ SÛD JÊ WERGIRT

Rewşa li Kazakistanê Rûsya xiste nava liv û tevgerê. Şefê berê yê servîsên ewlekariyê Kerîm Masîmov ku kesekî nêzî Serokkomarê berê Nûrsûltan Nazarbayev e, bi sûcdariya 'xiyanetê' hate girtin. Ev yek weke hewldanek Tokayev a ji bo wergirtina piştgiriya Rûsyayê hate şîrovekirin. Tokayev ji bo desthilata xwe xurt bike ji krîzê sûd wergirtibe jî tê gotin ya ku herî zêde sûd wergirtiye Rûsya ye.