Li Cizîrê operasyona qirkirina siyasî: 2 kes hatin girtin

Li Cizîrê di operasyona qirkirina siyasî de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û endamê MEBYA-DER'ê Huseyîn Înedî hatin destgîrkirin.

Li Cizîrê operasyona qirkirina siyasî: 2 kes hatin girtin
9 ÇILE, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxên Konak û Nûrê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di serdegirtina malan de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û endamê Komeleya Çand û Yekitiya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) Huseyîn Înedî hatin girtin.

Kesên hatin girtin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.