Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hema topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din "herêma bê çek" da ber topan û herêmên çiyayê Zawiye û eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re li bakur rojavayê gundewarê Hemayê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hema topbaran kirin
9 ÇILE, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê vê sibê gelek deverên li Fitîra, Sifohin, Filêfil, Bînîn û derdora Kansefra li çiyayê Zawiye yê başûrê gundewarê Idlibê bi moşekan kirin hedef.

Her wiha herêmên din ên eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re li Sehil El-Xab ê bakur rojavayê gundewarê Hemayê bûn armanca topbaranê. Lê heta vê kêliyê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)