Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê civîna xwe ya sala 2021`ê li dar xist

Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jina azad edaleta civakî misoger dibe" civîna xwe ya salane li dar xist.

Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê civîna xwe ya sala 2021`ê li dar xist
8 ÇILE, 2022   16:32
DÊRAZOR

Di civîna salane ya Meclisa Edaleta Civakî de îşaret bi girîngtirîn xebatên par ên meclisê û astengiyên ku li pêşiya wan derketine hatin kirin. Her wiha plansaziya 2022`an hate eşkerekirin.

/ar/uploads/files/2022/01/08/144108_00187.mts.13_07_17_05.still001.webp

Civîn li hola Meclisa Sivîl a Herêma Sebe Kîlo bi beşdariya nûnerên jin ên meclisên sivîl û leşkerî yên li bajêr hate lidarxistin

Endama Rêveberiya Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê Emel Silêman bixêrhatina beşdaran û hemû jinên destek da pêkanîna edaleta civakî kir.

Di civîna salane de raporê xebatên meclisê yên sala 2021'an hate xwendin, her wiha îşaret bi astengiyên ku meclis pê re rû bi rû man hate kirin û mekanîzmeya xebata nû hate pêşniyarkirin.

Li aliyekî din jî mekanîzmeya kar û xebata Meclisa Edaleta Civakî jî hate nîqaşkirin, tê de girîngiya rola jinan û çareserkirina dozên girêdayî wan  hate destnîşankirin.

Civîn bi gelek biryaran bi dawî bû, ji wan aktîfkirina rola jinan û peydakirina derfetên kar her wiha hevkariya di navbera saziyên jinan de xurttir bibe.

(eh)

ANHA