Şehîd Sakîne û hevalên wê li Şamê hatin bibîranîn

Çalakgerên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, bi semînerekê li paytexta Sûriyê Şamê  hatin bibîranîn.

Şehîd Sakîne û hevalên wê li Şamê hatin bibîranîn
8 ÇILE, 2022   16:24
ŞAM

 

Semîner ji aliyê Kongra Star bi beşdariya bi dehan welatiyan hate dayîn.

Endama Kongra Star Mizgîn Yusif gotarek li ser jiyana her sê têkoşerên xwend.

Dûvre endama Rêveberiya Kongra Star Berçem Yusif têkildarî vê mijara axivî û got, komkujiya li dijî her sê jinên Kurd ên şoreşger asta kîna faşîzma Tirk a li hemberî jinan azad nîşan dide ku bi hemû rêbazan hewl dide hêz, azadî û rûmeta jinan têk bibe.

Berçem Yusif diyar kir ku hedefgirtina her sê têkoşeran tê wateya hedefgirtina hemû jinên azadîxwaz.

Di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşîna her sê hevalan da.

(eh)