113 penbarên iraqî ji kampa Hol derketin û derbasî Iraqê bûn

Di çarçoveya derxistina malbatên Iraqî ji kampa Holê de îro bi koordîneya Rêveberiya Xweser, 113 malbatên penaberên Iraqê ji kampa Holê hatin derxistin û derbasî kampa li başûrê bajarê Mûsilê yê Iraqê bûn.             

113 penbarên iraqî ji kampa Hol derketin û derbasî Iraqê bûn
8 ÇILE, 2022   14:36
HESEKÊ

113 penaberên Iraqê ji kampa Holê bi rêya otubusan tevî şandeyeke hikuemta Iraqê û polîsa Iraqê hatin derxistin.

Rayedarên kampê eşkere kir ku ev beş ji 403 penaberên iraqî pêk hat û bi rêya 19 otobusan bi rêya deriyê sînor ê Faw li rojhilatê navçeya Holê derbasî Iraqê bûn. Ji wir dê biçin kampa Ceda ya li başûrê bajarê Musilê ku li nêzî bajarokê Qiyare hatiye avakirin.

Li gorî daneyên dawîn ku nûçegihanê me ji rêveberiya kampa holê bi dest xistiye, di Çileyê de hat tesbîtkirin ku 57 hezar û 460 kes li kampê hene di nav de penaberên iraqî û koçberên sûrî û jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî hene.   

Li gorî heman daneyê, hejmara penaberên iraqî di kampê de 30 hezar û 738 penaber di nav  8 hezar û 256 malbatan de ne.

(şx)

ANHA