Xerîb Hiso: Dewleta Tirk hewl dide eniyeke nû veke û me bikişîne nava şer

Xerîb Hiso bal kişand ser armanca dewleta Tirk a hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze eniyeke nû veke û şerekî berfireh bide destpêkirin û got “Bi van rêbazan dixwazin me jî bikişînin nava şer da ku bi rehetî komkujiyan pêk bînin.”  

Xerîb Hiso: Dewleta Tirk hewl dide eniyeke nû veke û me bikişîne nava şer
8 ÇILE, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Piştî civîna 17`emîn a Astanayê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bûn. Diyar dibe ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkirina herêmên nû hene. Herî dawî 6 gundên bajarê Kobanê ji aliyê dagirkeran ve hatin topbarankirin. Xerîb Hiso ev êrişên dewleta Tirk a dagirker wek encama lihevkirinên di civîna Astanayê de nirxandin.

Xerîb Hiso têkildarî encama êrişa li ser Kobanê ku welatiyek tê de şehîd bû û 11 jî birîndar bûn, got: “Bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê û nêzbûna 26 Çileyê salvegera rizgarkirina Kobanê re ev êriş çêbûn. Dixwazin ji berxwedana mezin a Kobanê tolê hildin.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî. Xerîb Hiso bang li gelên herêmê kir ku li dijî êrişan bi baldarî tev bigerin.

DI SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ DE KOMKUJIYEKE NÛ

Ev demek e dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe li ser Kobanê, Şehba, Qamişlo, Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê zêdetir dike. Xerîb Hiso armanca dagirkeran wiha nirxand: “Li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê êrişeke tehdîtkar daye destpêkirin. Ev siyaseta tehdîtkar hewldana tolhildanê ye. Ev bidawîbûna desthilata AKP’ê nîşan dide. Êdî li ber têkçûnê ye. Ev siyaseta qels Tirkiyê ber bi felaketê ve dibe û Tirkiye di cîhanê de bi tenê maye. Ev encama desteka ji terora DAIŞ`ê re ye. Demeke dirêj e êriş li ser Kobanê bi dijwarî pêk tên. Bi taybet êrişa îro di salvegera Komkujiya Parîsê de pêk hatî, jê ne qut e. 3 jinên Kurd ên têkoşer li navenda Parîsê rastî komkujiyekê hatin ku heya niha hikumeta Fransayê der heqê wê de tiştek nekiriye. Ev jî bi serê xwe sûcek e. Ger ev sûc eşkere bibe dê destê Tirkan di komkujiyê de jî eşkere bibe. Tirkiyê di aliyê sixurtiyê de xwe li derve jî bi rêxistin kiriye. Ev ji bo welatên rojavayî jî metirsiyeke mezin e.”

Hiso destnîşan kir ku dagirker dixwazin ji berxwedana Kobanê tolê hildin û got: “Niha jî li seranserê Kurdistanê û derveyî wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin û gel ji bo xwedîderketina li 3 jinên pêşeng çalakiyan dikin. Bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê û nêzbûna 26’ê Çileyê salvegera rizgarkirina Kobanê re êriş li ser Kobanê çêbûn. Dixwazin ji berxwedana mezin a Kobanê tolê hildin.”

‘DIXWAZIN ENIYEKE NÛ VEKIN’

Xerîb Hiso bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ji bo vekirina eniyeke nû û got: “Welatek sînoran ketober dike hedef. Ew vê hêzê ji ku derê tîne, li pêş vê dewletê kî heye? Alîgirên vê faşîzmê, dagirkeriyê hene. Qanûnên navneteweyî binpê dikin. Li hember vîna gelan sûcekî gelekî giran tê kirin. Bi vê şêwazê dewleta Tirk dixwaze eniyeke nû vekêe, şerekî berfireh bide destpêkirin. Her wiha dixwaze me jî bişînê nav şer ku bi rehetî komkujiyan pêk bîne.”   

Xerîb Hiso diyar kir ku bi van êrişan re xuya dike ku AKP-MHP’ê têkçûna DAIŞ’ê hezim nekiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku tola DAIŞ hildin.  Ev jî ji bo civaka navneteweyî şermeke mezin e. Bi komkujiyan, êrişên hovane, suîqestan; kesayet, malên sivîlan û navendan dide ber xwe û diçe. Dewleta Tirk wekî ku li herêma Rojhilata Navîn tenê ew heye, li xwe dinêre. Di nava xwe de fetisiye û li derve jî xwe wek gurekî devbixwîn xwe nîşan dide. Armanca van êrişan diyar e ku dixwazin DAIŞ’ê vejînin. Ev jî diyar dike ku piştgiriya dewleta Tirk bi vê terorê re dewam dike.”

‘ENCAMA BIRYARÊN QIRÊJÎ YÊN ASTANA YE’

Hiso anî ziman ku li ser herêmê biryarên qirêjî hene û got: “Îhtimaleke mezin li ser van êrişan lihevkirina dewletan jî heye. Di hevdîtinên Astanayê de gelek biryarên qirêjî dane. Ev êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jî li dijî vîna gelê Kurd wekî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye teklîfkirin lê hemû dewletên ku beşdarî Astanayê bûne, piştgir in. Şermeke mezin e ku wan dewletan piştgirî daye. Ev piştgirî ji terorê û DAIŞ`ê re ye.”

Li dijî van êrişên dewleta Tirk Xerîb Hiso banga baldariyê li gelên herêmê kir û got: “Baldariya me bi yekrêziya civakî, helwesta li dijî êrişên dagirkeran û bi berxwedan û têkoşînê ye. Di encama helwestên me de îro dewleta Tirk di nava tengasiyê de ye.”

Xerîb Hiso bal kişand ser bêdengiya hêzên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ev encama şirîkatiyê ye û wiha lê zêde kir: “Her çi qas wan hêzên xwe li Kobanê bi cih kirine jî di serî de Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî, mixabin bersiva bangên me nadin. Ev jî encama şirîkatiya qetilkirina gelê me, destekdayîna dewleta Tirk a faşîst e. Divê gelê me bi berpirsyarî tev bigere. Çawa me sala 2021`an di asta navdewletî de kir sala îradeya gelan, em ê vê salê jî bikin sala berdewamkirina destkeftiyan. Sal sala gelan e. Tu şensê dîktarorî û faşîzmê di sala 2022`yan de tune ye û dê têk here.”

ANHA