Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn

Kongra Star a herêma Efrînê îro bi minasebeta salvegera 9`emîn a şehadeta Sakîne Cansiz û hevalên wê meşek li dar xist.

Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Efrîniyan Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
8 ÇILE, 2022   13:12
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongra Star û endamên sazî û dezgehên herêma Efrînê li ser rêya navçeya Ehrezê kom bûn û dest bi meşê kir.

Çalakvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd Sakîne Cansiz, şehîd Fîdan Dogan û şehîd Leyla Şaylemez hildan.

Meş li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê rawestiya û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sûreye Hebeş axivî û got: “Îro şoreşa me mezin dibe û hemû jinên cîhanê ên ku tev li vê şoreşê dibin, em ê piştgiriya wan bikin û em nahêlin komkujiya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê pêk hat, careke din dubare bibe.”

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefe Hisên jî axivî û got: “Hemû hêza ku îro di hundirê her jineke Kurd de ji berxwedana Sakîneyan tê. Em heya dawiyê soza şopandina rêya Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez didin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA