Xelîl Tehlo: Divê PDK di destê dijminê gelê Kurd de nebe amûr

Hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê Xelîl Tehlo li Sêmalkayê bang li PDK`ê kir ku di destê dijminê gelê Kurd de nebe amûr û banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir.

Xelîl Tehlo: Divê PDK di destê dijminê gelê Kurd de nebe amûr
8 ÇILE, 2022   13:16
QAMIŞLO

Îro endamên Desteya Çand û Hunerê û komîteyên kantonan ên çand û hunerê li herêma Cizîrê berê xwe da deriyê sînor ê Sêmalkayê da ku tev li çalakiya konvedanê bibin ku derbasî roja xwe ya 96`an bûye.

Ji 5`ê Cotmehê ve çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdan û şermezarkirina xiyaneta PDK’ê berdewam e.

Li pêşiya deriyê Pêşxabûrê hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê Xelîl Tehlo axivî, radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Xelîl Tehlo bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin, ji ber ku şehîd zarokên gelê Kurd in û ji bo parastina rûmet û azadiya gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn. Her wiha Tehlo bang li PDK`ê kir ku di destê dijminê gelê Kurd de nebe amûr û divê kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bikeve.

Tê payîn ku dayikên şehîdan ên navçeya Dêrikê çalakiyê ji şêniyên navçeya Girkê Legê dewr bigirin.

(şx)

ANHA