Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
8 ÇILE, 2022   13:04
HESEKÊ

Di 9'ê Çileyê de salvegera 9'emîn şehadeta her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e ku sala 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatibûn qetilkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro sînevîzyonek der barê her sê jinan de nîşan da.

Pişre endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Fatma El-Hesen nivîsek li ser kurtejiyana her sê jinan xwend.

(dx)

ANHA