Meclisa Leşkerî ya Suryan bi boneya salvegera xwe ya 9`an daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê piştrast kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku çareseriyeke siyasî û nîştimanî pêk bîne. Her wiha meclisê soza parastina herêmê da.

Meclisa Leşkerî ya Suryan bi boneya salvegera xwe ya 9`an daxuyaniyek da
8 ÇILE, 2022   09:41
NAVENDA NUÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 9`an a damezirandina meclisê de wiha got:

“Meclis di salên derbasbûyî de ji bo parastina ewlehiyê û gel gelek xebatî. Meclisê di hemleyên leşkerî yên cuda de, ji destpêka şerê li dijî terorê li rex hêz, meclisên din ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cih girt. Di oxira tunekirina DAIŞ`ê me gelek fedakariyên mezin kirin.

Li gel berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî eniyên şer û gundên Suryan û Asûran ên li Til Temir û Hewza Xabûrê, em salvegera 9`an a damezirandina meclisê pîroz dikin. Hêzên me li eniyan in da ku sivîlan û herêmê di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin û bersiva topbaranê didin. Her wiha hêzên me tev li hemû operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û parastina ewlehiya girtîgehên terorîstan û kampan dibin.

Em ê di sala bê de stratejiyekê deynin ku li gorî wê, asta hêzên xwe bilind bikin bi şêwazekê ku kar û xebatên xwe ji bo parastina gundên Asûr û Suryanan biparêzin. Kar û xebatên me di têkoşîna li dijî terorê û şaneyên veşartî de dê berdewam bikin. Em piştgiriyê didin hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina atmosferke guncaw da ku çareseriyeke siyasî ya nîştimanî bibîne ku mafên gelê me û daxwazên wî yên nîştimanî misoger dike. Em soz didin gel û şehîdan ku welatê xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de ji hemû xetereyan biparêzin û ewlehiyê pêk bînin. Em gelê xwe yê Asûr û Suryan bi vê boneyê pîroz dikin û spasiya wan dikin ku piştgiriya berxwedana me dikin.”

(şx)