Çeteyan li gundê Qurtqolaqê yê Efrînê dar birîn

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Sultan Murad gelek darên daristanên gundê Qurtqolaqê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê birîne.

Çeteyan li gundê Qurtqolaqê yê Efrînê dar birîn
8 ÇILE, 2022   09:10
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî diyar kir ku çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker darên daristanên gundê Qurtqolaq ê navçeya Şera ya kantona Efrînê birîne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, bi guhertina demografî û dîrok wê û wêrankirina şûnwaran û birîna daran, armanc dike ku nasnameya Efrînê tune bikin.

(dx)

ANHA