Li Kazaxistanê gelek rayedarên payebilind hatin destgîrkirin

Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê ragihand ku wê bi tawana xiyanetê serokê berê yê Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê Kerîm Masîmov û gelek rayedarên payebilind destgîr kirine.

Li Kazaxistanê gelek rayedarên payebilind hatin destgîrkirin
8 ÇILE, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYA

Tora Rûsya El-Yewm ku agahiyên xwe dispêre ajansa Novosty, ragihand ku daxuyaniya komîteyê wiha ye: “Di 6`ê Çileyê de, Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî têkildarî xiyaneta mezin li gorî madeya 175`an a beşa yekemîn a qanûna cezayî ya Komara Kazaxistanê lêpirsînek vekir. Di heman rojê de bi gumana xiyanetê, serokê berê yê Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê Kerîm Masîmov û kesên din hatin destgîrkirin.”

Şêwirmendê berê yê serokê berê yê Kazaxistanê Nursultan Nazarbayev,Yermokhamet Yertisbayev di vê dawiyê de ragihandibû ku yek ji sedemên aloziya li welêt, xiyaneta gelek rayedarên payebilind e û îdia kiribû ku bûyerên li welêt rû dane, hewldaneke derbeyeke leşkerî bûn.

(şx)