Rewşenbîr: Girtina deriyên sînor xizmeta dijminên gelê Kurd dike   

Nivîskar û helbestvanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve, xizmeta dagirker û dijminên gelê Kurd dike.        

Rewşenbîr: Girtina deriyên sînor xizmeta dijminên gelê Kurd dike   
8 ÇILE, 2022   06:53
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya parçekirin û çêkirina fitneyê di navbera civakan de, hewl dide berjewendiyan bi dest bixe û bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şerekî navxweyî di nava Kurdan de derxe.

Nivîskarê Kurd Mihemed Beşîr destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Kurd û gelên Kurdistanê ye û armanca wê qirkirina Kurdan e.     

      

Dewleta dagirker ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê û avakirina Rêveberiya Xweser ve, PDK’ê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên li dijî destkeftiyên gelê Rojava bi kar tîne.        

Têkildarî mijarê, Mihemed Beşîr destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wê bi êrişên dijwar re rû bi rû ne, bi rêbazên cuda armanca dike ku herêmê dagir bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Mihemed Beşîr got: "Hemwextî êrişên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, hewlên dorpêçkirina herêmê hene ku nêzî 5 milyon kes lê dijîn û girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd ji bo vê hewldanê ne."

Rayedarên PDK’ê ji 17'ê Kanûna sala borî ve deriyên Pêşxabûr û El-Welîd ên di navbera Başûr û Rojava de girtine.

Nivîskar Mihemed Beşîr hişyarî da PDK’ê û bang lê kir ku li gor berjewendiyên Kurdan gavan biavêje. Beşîr got armanca zêdekirina êrişan li ser herêmê, nîşan dide ku projeya Rêveberiya Xweser li ser asta cîhanê hatiye naskirin.      

Helbestvan û derhêner Fatma Ehmed jî diyar kir ku girtina deriyên sînor, xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike, her wiha kiryarên PDK’ê wek kiryarên derexlaqî bi nav kirin.

Fatma Ehmed daxwaz ji PDK'ê kir ku ji nû ve siyaseta xwe binirxîne.          

(dx)

ANHA