​​​​​​​Komîsyona Jinan a KNK: Jinên Kurd û gelê Kurdistanê komkujiya Parîsê jibîr nakin

Komîsyona Jinan a KNK bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewletên desthilatdar jinên Kurd tehlukeya herî mezin li pêşiya xwe dibînin, ji ber vê yekê bi pîlangeriyekê her sê jinên Kurd ên pêşengên têkoşîna azadiyê li Parîsê qetil kirin.

​​​​​​​Komîsyona Jinan a KNK: Jinên Kurd û gelê Kurdistanê komkujiya Parîsê jibîr nakin
8 ÇILE, 2022   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama pîlangeriyekê de hatin qetilkirin. 9 sal di ser buyerê re derbas bûn, lê hîna jî kujer û berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin. Ev komkujî bi destê dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya dewleta Fransa pêk hat.

Daxuyaniya Jinan a KNK`ê wiha ye:

"Bi kuştina Sakîne, Leyla û Fîdanê re dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurdan, berxwedana jinan û rêxistinbûyîna ciwanan hatin hedefgirtin.

Dîsa di 4`ê Çileya 2016`an de li Silopyayê 3 jinên Kurd yên şoreêger Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ji aliye rejîma faşîst a Tirk ve hatin qetilkirin. Em weke jinên Kurd baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta Tirk jinên berxwedêr qetil dike.

Jinên ku di komkujiya Parîsî de hatin qetilkirin jinên hilbijare bûn. Sakîne Cansiz jineke peşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezrîner a PKKê bû. Tekoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehên tekoşîna azadiya jinên Kurd e. Ji bo ku karibin vîna jinên Kurd bişkînin û bi wê re jî gelê Kurd tune bikin Sakîne Cansiz kirin hedef.

Bi hezaran sal e feraseta baviksalar ya hêzên mêtînger ji bo desthilatdariya xwe jinên Kurd wekî tahlûkeya herî mezin dibînin. Wexta ku mirov li dîrokê dinêre jinên ku ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet li ber xwe dane û tekoşîn kirine bi rêbazên dermirovî hatine qetilkirin. Lê belê tekoşîn û rêxistina jinên Kurd îro li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bûye hêvî û ronahiya hemû jinên cîhanê.

Em wan 6 jinên leheng bi rêz û hurmet bi bîr tinin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala van pakrewanan hildin jor û em ê heya pêkanîna xeyalên wan di şopa wan de bimeşin û tekoşînê bilind bikin."