Rojnameyên erebî: Penaberên ji Sûriyê yên li Urdinê li benda îstiqrarê ne

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa penaberên ji Sûriyê yên li kampên li Urdinê, rewşa Sûdanê û Iraqê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Penaberên ji Sûriyê yên li Urdinê li benda îstiqrarê ne
Rojnameyên erebî: Penaberên ji Sûriyê yên li Urdinê li benda îstiqrarê ne
Rojnameyên erebî: Penaberên ji Sûriyê yên li Urdinê li benda îstiqrarê ne
8 ÇILE, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PENBARÊN JI SÛRIYÊ BENDEWARÊN ÎSTIQRARÊ NE’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Penaberên sûrî yên di kampên li Urdinê de dimînin bi hêvî ne ku rewşa wan baş bibe. Ji dema ku pandemiyê dest pê kiriye, dewletên cîhanê desteka ji wan re pêşkêş dike, kêm kir. Ji ber wê jiyana wan dijwartir û zehmettir bûye.

Penaberê bi navê Musab El-Ciradat ku bavê 11 zarokan e û li Kama Zaterî dimîne, got: “Em hêvî dikin sala nû ji ya berê baştir be. Em ji fişaran westiyan. Em bi pêşeroja zarokên xwe difikirin, çawa jîngeheke ewle ji wan re peyda bikin ku pêvajoyên bê derbas bikin. Di 2 salên derbasbûyî de, guhertinên mezin çêbûn. Xebitandina zarokan zêde bû, rizqê gelek malbatan qut bû, heta komserî jî alîkariya pêwîst ji me re pêşkêş nake.”

Li gorî daneyên dawîn derdora 1.3 milyon penaberên sûrî li Urdinê ne. Nîvê wan li cem komseriyê (NY) hatine tomarkirin. Li gorî daneyên Komseriya Kar û barên Penaberan a NY`yê ji 2018 û heta 2021`an tenê ji sedî 5 sûrî vegerîne Sûriyê.”

‘HEWLDANÊN NAVNETEWEYÎ JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛDANÊ’

Têkildarî kar û barên Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li hember însiyatîf û navbeynkariyên navneteweyî û herêmî yên ji Sûdanê re tên pêşkêşkirin, bi gelek astengiyan re rû bi rû mane. Hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin pêkhateyên sivîl û leşkerî li hev bînin.

Piştî îstîfaya Abdullah Hemdok, rewşa siyasî li Sûdanê di navbera partiyên ku piştgiriyê didin xwepêşendanan, komîteyên berxwedanê, kombûna pîşesazan a Sûdanê û hêzên siyasî de parçe bûye ku hewl didin peyameke neteweyî îmze bikin da ku pêvajoya demkî bi rê ve bibin heta ku hilbijartin li dar dikevin.”

‘NAKOKIYÊN KU BANDOR LI CIVÎNA YEKEMÎN A PARLAMENTOYA IRAQÊ KIR’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ruxmî ku Erebên sunnî û Kurd gihaştin lihevkirinekê têkildarî dan û standina bi şirîkê mezin ê şîe re, lê dibe ku lihevkirin, bi bin bikeve beriya ku namzetên nû derbasî parlamentoyê bibin.

Ruxmî lihevkirina sunnî-sunnî û kurdî-kurdî lê dîsa çarenûsa lihevkirina wan bi xwezaya têkiliya di hundirê şîeyan de ve girêdayî ye. Nexasim diyarkirina hevbendiyên bê. Li gel israra serokê şepela El-Sedr Muqteda El-Sedr li ser hikumeteke piraniya wê neteweyî û israra çarçoveya koordînekirî li ser hikumeteke hevbeşî, lê hemû nîşane îşaret pê dikin ku gelek dijwar e, di civîna sibe ya parlamentoyê de biryar têkildarî vebijêrkên heyî bê dayîn, nexasim diyarkirina her sê serokatiyan.”

(şx)