Çima dewleta Tirk hewl dide Dirdara, Til Şinan, Um El-Kêf û Esediyê dagir bike?

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê dorpêç bikin, rêyên sereke li ser qut bikin. Ji ber wê bi dijwarî her du navçeyan topbaran dikin, bi taybet gundên Derdara, Til Şinan, Um El-Kêf ên Til Temirê û gundê Esediye yê Zirganê topbaran dikin.

Çima dewleta Tirk hewl dide Dirdara, Til Şinan, Um El-Kêf û Esediyê dagir bike?
8 ÇILE, 2022   05:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê zêde kirin û bi dehan gundên her du navçeyan kirin hedef.

Lê herî zêde gundên Derdara, Til Şinan, Um El-Kêf ên Til Temirê, gundê Esediye yê li bakurê navçeya Zirganê bûne hedefa topbaranê.

Gundê Derdara stratejîk e, ji ber ku bi 4 kîlometreyan li bakurê navçeya Til Temirê ye û li ser rêya navçaya Zirganê ye. Girekî stratejîk li gund heye ku bi rêya wê dikarin rêya navneteweyî M4 ya di navbera navçeya Til Temir û Qamişloyê de bişopînin.

Ji ber wê dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazan hewl didin gundê Derdara dagir bikin, rêya navneteweyî li aliyê rojhilat qut bikin û naverasta navçeya Til Temirê dorpêç bikin. Bi taybet piştî ku rêyên bakur û rojavayê navçeyê ji ber topbaranê êdî nayên bikaranîn. Tenê rêya Til Temir û Hesekê tê bikaranîn.

Gundê Til Şinan jî li bakur rojavayê naverasta navçeya Til Temirê bi 2 kîlometreyan e. Bi 300 metreyan nêzî rêya M4 e. Ji ber wê bûye hedefa topbaranê.

Li aliyê rojavayê naverasta navçeya Til Temirê gundê Um El-Kêf heye ku tenê bi 4 kîlometreyan ji naverasta navçeyê dûr e û li ser rêya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye. Gelek gund mîna Til Cuma û Til Kêfçî nêzî vî gundî ne ku nêzî naverasta navçeyê ne. 

Li navçeya Zirganê dewleta Tirk a dagirker hewl dide gundê Esediye dagir bike ji ber ku li bakurê rojavayê navçeyê ye û derdora 8 kîlometreyan ji naverasta wê dûr e. Her wiha ji ber ku li aliyê rojhilatê rêya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye.

Ev gund gelekî stratejîk e, ji ber ku rêya gund a ber bi navçeya Zirganê ve di gundê Kesra re derbas dibe ku bi 10 kîlometreyan ji navçeyê dûr e û wek dergeha navçeyê tê hesibandin.

Gundê Kesra jî nuqteyeke stratejîk e ji ber ku li ser rêya di navbera navçeyên Serêkaniyê ya dagirkirî û navçeya Dirbêsiyê li aliyê rojhilat de ye. Li bakur jî herêmên dagirkirî bi navçeya Zirganê girê dide û nêzî sînorên Tirkiyê ye. Kontrolkirina wê tê wateya qutkirina rêya navçeya Dirbêsiyê li ser Zirganê ye.

Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin gundên Esediye û Kesra ji ber van sedeman dagir bikin.

(şx)

ANHA