‘Vekirina 2 balyozxaneyan û deriyekî sînor nayê wateya başkirina têkiliyan ’

Nîqaşên li ser normalîzekirina têkiliyên dewletên Ereban û hikumeta Şamê berdewam in. Behreyn yek ji wan dewletan bû, lê xuya ye ku gelek dewlet li benda dema guncaw in. Sûda ku wê dewlet ji vê yekê bigirin, çi ye?

‘Vekirina 2 balyozxaneyan û deriyekî sînor nayê wateya başkirina têkiliyan ’
8 ÇILE, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Di demekê de ku dewletên Kendavê hewl didin têkiliyan bi Şamê re vegerînin, piştî ku derdora 10 salan ji ber aloziya li Sûriyê qut bûbûn, 30`ê Kanûna 2021`an Behreynê ragihand ku balyozê xwe li Sûriyê erkdar kiriye.

Umanê sala borî balyozek li Şamê erkdar kiribû. Wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan serdana Şamê kiribû û bi Beşar El-Esed re civiyabû.

URDIN SERKÊŞIYÊ DIKE

Urdin serkêşiya guhertina siyaseta Ereban a bi Şamê re dike, di navbera rayedarên hikumeta Şamê û Emanê de serdan û pêwendî di navbera Esed û şahê Urdinê de çêbûn.

Di sala borî de rojnameya Şerq El-Ewsat belgeyek li ser normalîzekirina têkiliyên di navbera welatên Ereban û hikumeta Şamê de belav kirinû. Di belgeye de hate gotin ku armanca gavên Ereban ji bo başkirina têkiliyan bi Şamê re, hemû hêzên biyanî û çekdarên biyanî ku piştî sala 2011'an derbasî Sûriyê bûne, ji Sûriyê derkevin, tevî vekişîna hêzên Amerîka û Koalîsyonê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji baregeha El-Tenef a li nêzî sînorên Urdin û Iraqê.      

Li gorî rojnameyê, Urdinê ev plan beriya çend mehan amade kiribû û şahê Urdinê Ebdullah El-Sanî ew plan bi serokê Amerîkayê Joe Biden û yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re û bi rêveberên Ereb û biyanî re gotûbêj kiribû.

Di belgeyê de, nirxandinek li ser 10 salên borî û siyaseta guhertina rejîma Sûriyê pêk hat.

BIRYAREKE LEŞKERÎ JI BO ŞAMÊ Û BIDAWÎKIRINA MUXALEFETÊ

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku şerê li Sûriyê ji sala 2018'an ve ji aliyê leşkerî ve li gorî berjewendiya Şamê hatiye sazkirin, bi derketina komên çete ji derdora paytextê û parêzgeha Derayê re.

Bi piştgiriya hikumetên Ereban û bi serkêşiya hikumeta Urdinê, gotûbêjên di Komkara Erebî de li ser başkirina têkiliyan bi Şamê re û vegerandina kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de, tê kirin.

Guhertina herî mezin di helwesta Ereban de di sala 2017'an de bû ku komên çete di şerê Helebê de têk çûn û di sala 2018'an de dema ku di şerên li gundewarên Şamê û parêzgeha Derayê de jî têk çûn û li ser daxwaza Tirkiyê çekên xwe radestî Şamê kirin.

Muxalifê sûrî Semîr Ezam di wê baweriyê de ye ku sedema siyasî ya hin welatên Kendavê ji bo vekirina balyozxaneyên xwe li Şamê, piştî ku hat îsbatkirin ku muxalefet nûnertiya Sûriyê nake, tenê berjewendiyên Tirkiyê temsîl dike.       

ARMANCÊN ABORÎ YÊN URDIN Û LUBNANÊ

Pispor di wê baweriyê de ne ku Urdin ji ber hebûna penaberên ji Sûriyê bi krîza aborî re rû bi rû ye, dema ku krîza Sûriyê dest pê kir û xeta transît a Ewropa û Kendavê ku di Sûriyê re derbas dibû, qut bû, zirareke mezin dît.

Sînorên di navbera Sûriye û Urdinê de ji bo bazirganiyê di dawiya sala borî de bi temamî hatin vekirin, ew jî piştî serdan di navbera rayedarên hikumeta Şamê û Emanê de çêbûn û têkiliya Beşar Esed bi şahê Urdinê re.

Semîr Ezam got Urdinê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi rejîmê re qut nekirin û têkildarî vekirina deriye sînor ê Nesîb di navbera Urdin û Sûriyê de û dayîna alîkariyên aborî yên ji Îmaratê ji bo rejîmê, bi erêkirina Amerîkayê ye, da ku aboriya Sûriyê û rejîma wê hilneweşin.        

ARMANCÊN DIN ÊN SIYASÎ

Tevî armancên aborî, pispor di wê baweriyê de ne ku armancên siyasî ji bo başkirina têkiliyan hene, bi taybet sînordarkirina hegemonyaya Îranê li Sûriyê.

Başkirina têkiliyên di navbera Ereban de ji Urdinê dest pê kir, dema ku hêzên Firqeya 4’an a hikumeta Şamê bi piştgiriya Îranê dest bi êrişên li dijî Derayê kir. Şahê Urdinê navbeynkarî bi Rûsya û Amerîkayê re kir ji bo bidawîkirina aloziya li wir û erê kir ku hêzên girêdayî Şamê û bi piştgiriya Rûsyayê derbasî Derayê bibin.

Ev yek li gor siyaseta nû ya Amerîka ya li hember Şamê ye. Li gor çavdêran Amerîka siyaseta liberşîrînkirin li şûna siyaeta gefxwarin û tirsandinê dimeşîne, ji tedbîrên dawîn armanc dike ku Şamê teşwîq bike ku tedbîrên pêwîst bigire, ango siyaeta gav li beramber gavekê dimeşîne.

GELO DAXWAZÊN EREBAN DÊ PÊK WERIN?

Li gorî pisporan, armancên siyasî yên welatên Ereban ji van tedbîran ew e ku di rêza yekemîn de hegemonyaya Îranê û Tirkiyê qels bikin û têkiliyên Ereban bi Sûriyê re vegerînin.

Lê wisa xuya dike ku siyaseta Ereban li hember rewşa Sûriyê hîn jî kurt e û ne li ser bingeha lêkolîneke rast e, wekî ku di destpêka krîza Sûriyê de qewimî ku her tiştê girêdayî krîza Sûriyê kete destê Tirkiyê.

Kêmbûna baweriyê bi serkeftina vê siyasetê, ji ber çend sedeman e. Ya herî girîng ew e ku hikumeta Şamê ev normalîzekirina û lihevkirinên ku li herêmên Sûriyê pêk tîne, wekî hev dibîne.

Her wiha gotûbêjên li ser sînordarkirina hegemonyaya Îranê li Sûriyê ji Şamê re jî zehmet bûye, ji ber ku Îranê dest daniye ser hemû kart û hêzan û hêzên wê cihên girîng ên Sûriyê dorpêç kirine.

Têkildarî rewşa Tirkiyê ku li gorî gelekan ji bo Îranê metirsiyeke mezin e, ji ber ku Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe xurt bike û ji axa Sûriyê venekişe.

BAŞKIRINA TÊKILIYAN DÊ BI KU VE BIÇE?

Erebistana Siûdî deriyê başkirina têkiliyan bi Şamê re girtî hişt, her wiha wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan got welatê wî niha nafikire ku bi serokê rejîma Sûriyê re têkiliyan deyne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got Washington piştgiriya gavên Behreynê yên ji bo başkirina têkiliyan bi Şamê re nake. Berdevkê wezaretê ji kanala El-Hura re got: "Wezîrê karên derve Anthony Blinken di daxuyaniyên berê de piştrast kiribû ku em piştgiriyê nadin hewldanên mayîna Esed."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wiha da xuyakirin: "Amerîka piştgiriya gavên başkirina têkiliyên dîplomatîk bi rejîmê re nake û em cezayan ranakin û piştgiriya avakirina Sûriyê nakin heta ku pêşketinek ber bi çareseriyeke siyasî ve pêk neyê."

Pisporan digot siyaseta Amerîkayê guhêrbar e û tiştê ku niha nayê guhertin dibe ku di qonaxên pêş de bibe mijareke sereke. Ev cudahî helwesta Amerîkayê ya li ser Şamê nîşan dide ku bazareke siyasî di navbera Washington û Moskoyê de li ser Sûriyê heye.

Moskov hewl dide ji Amerîka û welatên rojavayî naskirina rewabûna hikumeta Şamê bistîne. Tevî daxuyaniyên welatên rojavayî û Amerîkayê yên têkildarî rewabûna hebûna Rûsyayê li Sûriyê, lê xuya dike ku ev yek bi nakokiyên li derveyî Sûriyê ve girêdayî ye.

Semîr Ezam destnîşan kir ku rewşa Şamê di paşerojeke nêzîk de çareser nabe û rejîm dê wekî xwe bimîne, heta ku alternatîfeke ku hemû Sûriye û civaka navneteweyî qebûl dike, bê avakirin.

Esmîr Ezam wiha lê zêde kir: "Di krîza çareserkirina Sûriyê de gotina dawî ya welatên rojavayî û Îsraîlê ye, ew aloziya Sûriyê wekî şerekî navxweyî di navbera dijminên welatên rojavayî û Îsraîlê de dibînin."       

Semîr Ezam eşkere kir ku vekirina balyozxaneyan û vekirina dergehekê bi Urdinê re nabe normalîzekirin û helwesta Amerîkayê hê jî wekî xwe ye.      

(dx)

ANHA