Li dijî benda Kerkûk-Hewlêrê êrişa bi mûşekan

Li nêzî benda Kerkûk-Hewlêrê 8 mûşek ketin xwarê. Hate ragihandin ku tu windahî çênebûne.

Li dijî benda Kerkûk-Hewlêrê êrişa bi mûşekan
7 ÇILE, 2022   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, mûşekên ku hatine avêtin li pişt benda Kerkûk-Hewlerê, li nêzik gundê Şêrwane ketine xwarê. Piştî avêtina mûşekan hêzên polîs û artêşa Iraqê dest bi lêgerînê kirin.

Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî ev daxuyanî da: “Di seat 19.25’an de hejmarek mûşekên katyûşan ji rojhilat û başûrê navçeya Pirdê (Altun Kuprî) avêtin çeperên hêzên pêşmerge yên li eniya 5. Mûşek li derveyî çeperên pêşmergeyan ketine. Tu windahiyên giyanî û madî çênebûne. Li ser mijarê hêzên pêşmerge dest bi lêkolînê kirine.”