Parêzerên rêber Ocalan careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan da ku muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên rêber Ocalan careke din serî li dozgeriyê da
6 ÇILE, 2022   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Di serlêdanê de ku li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê hate kirin, daxwaza hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan hate dubarekirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran bê bersiv têne hiştin.