Malbatên Şehîdan: Gerîla dê bi vîn û hêza xwe dagirkeriyê têk bibe

Malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûdê li dijî êrişên dewleta Tirk, piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re anîn ziman, her wiha piştrast kir ku berxwedana gerîla ji êrişên dagirker xurttir e.

Malbatên Şehîdan: Gerîla dê bi vîn û hêza xwe dagirkeriyê têk bibe
6 ÇILE, 2022   09:52
HELEB-ARIF SILÊMAN

Artêşa Tirk ji Nîsana par ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê piştî bi bin ket, li dijî berxwedana gerîla çekên kîmyewî bi kar anî, li ser vê yekê malbatên şehîdan ên bajarê Helebê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da.

ꞌTU KES NIKARE GERÎLA TÊK BIBE

Têkildarî mijarê Mewlûde Hibo diya şehîd Tîmav û Delîl Cudî axivî û got, dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî, bi kar tîne. Ev jî isbata binketina siyaseta wê ye, di serî de AKP`ê.

Mewlûde Hibo ev li axaftina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk ruxmî hemû êriş û çekên wê yên giran û tevî ku endameke NATO`yê ye, lê dîsa jî ji ber berxwedana qehremane ya gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê, nekarî bi pêş de biçe, ji lew re dewleta Tırk û alîgirên wê çi bikin jî dê nikaribin gerîla têk bibin."

Mewlûde Hibo piştgiriya xwe ji gerîlayên çiyayên Kurdistanê re nîşan da û got, ew ê li kêleka hêzên xwe bin da dagirkeriyê tune bikin.

ꞌTIRKIYE CESARETA XWE JI BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ WERDIGIRE

Remzî Bekir bavê şehîd Nûdem Îmralî jî axivî û wiha got: "Sûcên dewleta Tirk li dijî gerîlayan, bi armanca dagirkirina erda Kurdistanê û têkbirina gerîlayan e, lê teqez ew ê bi vîn û hêza xwe bi ser bikevin."

Têkildarî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bekir ev axaftin kir: "Di êrişên li dijî herêmên gerîla lê ne de, dewleta Tirk cesaretê ji bêdengiya navneteweyî werdigire, lê nikare armancên xwe pêk bîne."

Ewaş Çawîş birayê şehîd Rojvan Çarçêla jî axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan, qirkirina hebûna gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û gelê Kurd e."

Ewaş Çawîş da zanîn ku bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, dibe sedem ku dewleta Tirk hîn zêdetir li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar bîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gerîla ji cîhanê re isbat kir ku ew ji bêdengî û êrişên wan xurttir e."

(eh)

ANHA