Rojnameyên erebî: Êrişa Rûsyayê bû sedema krîza avê li Idlibê         

Rojnameyên erebî yên ku îro der barê rewşa Sûriyê, Tûnis û Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Êrişa Rûsyayê bû sedema krîza avê li Idlibê         
Rojnameyên erebî: Êrişa Rûsyayê bû sedema krîza avê li Idlibê         
Rojnameyên erebî: Êrişa Rûsyayê bû sedema krîza avê li Idlibê         
6 ÇILE, 2022   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEDEFGIRTINA STASYONA AVÊ JI ALIYÊ RÛSYAYÊ VE LI IDLIBÊ BÛ SEDEMA ALOZIYA AVÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de got: "Hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê duh bi çekên giran herêmên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de yên li "herêma bêçek" (Idlib, gundewarên Hema û Helebê), bakurê rojavayê Sûriyê, bombebaran kirin. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 17 kesên din jî birîndar bûn, her wiha gelek avahî hatin wêrankirin.

Çalakvan Mûnîr El-Ehmed li bajarê Idlibê got: "Ev 4 roj e zêdetirî 500 hezar niştecihên bajarê Idlibê bi krîza ava vexwarinê re rû bi rû ne, piştî hedefgirtina stasyona El-Erşanî ya li rojavayê bajêr ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve û êş û azara welatiyan zêde bû. Her wih nirxê her tankeke avê di 2 rojên dawîn de gihaşt 100 lîreyên Tirkiyê."

‘XENÛJÎ Û KESAYETÊN SIYASÎ YÊN TUNISÎ VEGUHASTIN DAÎREYA SÛCAN’

Rojnameya El-Beyan der barê rojeva Tûnisê de wiha nivîsand: "Çavkaniyan ji Sky News Erebiye re piştrast kir ku dadgeha Tunisê biryar da ku serokê tevgera Nehda Reşîd Xenûjî ji ber sûcên hilbijartinê bişînin daîreya cezayan.

Veguhastina Xenûjî Yûsif El-Şahid, Nebîl Qurewî û Ebdulkerîm Zibêdî ji bo daîreya cezayan, beşek ji hemleya hikumeta Tunisê ya ji bo rûbirûbûna gendeliya siyasî û piştgiriya terorê ye.

Çend roj berê cîgirê serokê tevgera Nehda ya îxwanî Nûr El-Dîn El-Buheyrî hatibû girtin.”

‘EWN: AN BASÎL AN VALAHIYA SEROKATIYÊ?’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Lubnanê got: "Daxuyaniyên serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn, behsa daxwazên serokê Şepêla Neteweyî ya Azad Cibran Basîl ji bo serokatiyê kir û nerazîbûna Tevgera Emel bi bîr xist.         

Ewn got: "Eger Basîl bixwaze di serokatiyê de cih bigire, divê layiqî wê be. Lê ew jê ditirsin, ji ber ku min ew perwerde kiriye."

Di meha Îlonê de, Basîl niyeta xwe ya ji bo serokkomariyê red kir lê got: "Heta ku serok Mîşel Ewn li Qesra Komarî be, ez li ser vê xalê nîqaşê nakim."

Li gorî pêşbiniyên çavdêran Şepêla Azad bi serokatiya Basîl di hilbijartinên parlamentoyê yên meha Adarê de dê hejmareke mezin ji kursiyan winda bike.”

(dx)