Çeteyên artêşa Tirk li Mabata derdora 300 darên zeytûnan birîn

Çeteyên firqeya Hemzet yên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî, derdora 300 darên zeytûnan birîn.

Çeteyên artêşa Tirk li Mabata derdora 300 darên zeytûnan birîn
5 ÇILE, 2022   15:30
ŞEHBA

 Çavkaniyên ji navçeya Mabata ragihand ku çeteyên Firqeya Hemzet yên girêdayî artêşa Tirk li gundê Dargirê yê navçeya Mabata yê kantona Efrînê derdora 300 darên zeytûnan qut kirin.

Têkildarî hûrgiliyan çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi traktoran dar qut kirin da ku bikin êzing û piştî bi dawî kirin, ber bi navenda bajarê Efrînê ve çûn. Ev dar ên "Hesen Bekir Birîmko ne û li ewropa bi cih bûye û radestî yek ji zarokên xwe kiriye.

Di rojên dawî de li kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên artêşa Tirk zêdetirî hezar û 800 darên zeytûnan qut kirin, da ku bikin êzing û li bazaran bifiroşin.

(eh)

ANHA