Artêşa Tirk gundên Til Şenan û Til Kevçî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Kevçî û Til Şenan ê asûrî topbaran dikin. Di encamê de zirar bi torên kehrebê çêbûn û qut bû.

Artêşa Tirk gundên Til Şenan û Til Kevçî topbaran dike
5 ÇILE, 2022   15:13
HESEKÊ

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Şenan ê asûrî yê bakurê rojhilatê Til Temirê û gundê Til Kevçî yê rojavayê Til Temirê topbaran dikin.

Di encama topbaranê de xeta 66 kf ya ku kehrebê dide Til Temirê zirar dît û kehrebe qut bû.

(fr)

ANHA