​​​​​​​Artêşa Tirk navçeya Zirgan û Til Temir topbaran dike

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî topbarankirina navçeya Til Temir, êrişî başûrê navçeya Zirganê jî kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk navçeya Zirgan û Til Temir topbaran dike
5 ÇILE, 2022   14:18
HESEKÊ

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Ereb Xan ê başûrê navenda navçeyê kir û hîn jî êriş berdewam dike. Hemwextî vê yekê gundên bakurê navçeya Til Temirê jî topbaran kir.

Artêşa Tirk ji baregehên xwe gundê Dawidiyê û Bab El-Xêr ên rojhilatê herêma Serêkaniyê ya dagikirî van êrişan pêk tîne.

Agahiyên berfireh tên…

(eh)

ANHA