Meclisa Jinan piştgiriya têkoşîna jinan a li Efganistanê kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got doza jinan yek e û hemû çarçove û sînoran derbas dike. Ji ber wê divê hemû rêxistinên jinan erka xwe ya exlaqî pêk bînin û piştgiriya dozen jinan, nemaze jinên Efganistanê bikin.

Meclisa Jinan piştgiriya têkoşîna jinan a li Efganistanê kir
5 ÇILE, 2022   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa jinan, bi taybet rewşa jinên li Efganistanê di bin desthilata Talîbanê de, daxuyaniyên hevbeş li Qamişlo û Reqayê dan.

Nûnerên rêxistin û saziyên jinan û saziyên civaka sivîl û endamên Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sivîl, seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedrû tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Meclisa Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku jinên Efgan bi rêya têkoşîneke demdirêj û xebateke bêhempa gelek destkeftî û mafên xwe yên rewa bi dest xistin.

Her wiha meclisê got: “Sedsala 21`an wek serdema jinan tê ragihandin, li gel destkeftî û mafên ku bi dest xistine jî jiyana jinên Efgan rastî gefan tê. Destkeftiyên wan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû mane. Tevgera Talîban bi rêya qanûnên ku ferz kirine, gef li jinan û destkeftiyên jinan xwarin.” 

Meclisa Jinan diyar kir ku li ku derê dibe bila bibe, doza jinan yek e, hemû çarçove û sînoran derbas dike. Meclisê bang li hemû saziyên jinan kir ku erkên xwe yên exlaqî bînin cih û destekê bidin doz û berxwedana jinan a li Efganistanê.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna hemû jinan û tevgerên rizgariya jinan, bi taybet jinên Efgan.

Her wiha bang li rêxistinên jinan û hiqûqî yên li cîhanê kir ku li rex jinên Efgan bin û piştgiriya têkoşîna wan a li hember tundrawî û tundiya Talîbanê bikin. Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku parastina jinan li Efganistanê bike û wan bi tenê nehêle.

Meclisê daxuyand ku sûcên li dijî jinan û gelê Efganistanê, ji hemû jinan û gelên azadîxwaz re peyam e ku divê rêbazên xwebirêxistinkirinê aktîf bikin. Ji ber ku rêya xilasiyê ji birêxistinkirin û hevgirtinê dest pê dike. 

Meclisê di dawiyê de ev bang kir: “Em bi hev re cîhaneke bêyî tundî û tundrawî ava bikin. Cîhaneke layîqî jinan û cewhera wan a rasteqîn ku têkoşîna wan bi azadî, ewlehî û îstiqrarê tacîdar dike.”

(şx)