`Li Tirkiyê 497 jin hatine kuştin lê hesab ji kujeran nehatiya xwestin`

Dika "Em ê kuştina jinan rawestînin" kuştina 497 jinan di sala 2021'an, di nav de 30 jin di Kanûnê de hatine kuştin belge kir. Lê heta niha desthilata Tirk tiştek ji bo rawestandina wan êrişan nekiriye.

`Li Tirkiyê 497 jin hatine kuştin lê hesab ji kujeran nehatiya xwestin`
5 ÇILE, 2022   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dika Jinan a Tirkiyê rapora xwe ya sala 2021'an derxist. Di raporê de hat eskerkirin ku 280 jinan ji aliyê mêran ve û 217 jin di rewşên bi guman de hatine kuştin.

Li gorî dikê 33 jin ji bingeha 280 beriya kuştinê, li cem polîsan û dozgeriya giştî serlêdan kirine û gilî vekirine. Lê sûcên qetilkirina jinan ji aliyê mêran ve ranewestîne. Ji ber ku desthildar bi erkên xwe ranabin û jinan ji tundiyê û sûcên li dijî wan tên kirin neparêzin. Li gorî raporê hejmara kesên di lêpirsînê re derbas bûne nehatiye zanîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku ruxmî giliyên jinan, lê desthilatan jin neparastine û madeya 6284 pêk neanî. Her wiha hat destnîşankirin ku nakokiyek diyar di îdiaya wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu heye dema got kuştina jinan kêm bûye. Lê di heman demê de bi dehan jinên ku mafên xwe yên qanûnî pêk anîne hatin girtin û darizandin.

Dikê di raporê de diyar kir ku sûcdar hêz û destekê ji desthilatê digirin û nayên cezakirin. Yanî tu bend li pêşiya van sûcdaran tune ye.

`DI MEHEKÊ DE 30 JIN LI TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN`

Dikê di raporê de eşkere kir ku di Kanûnê de 30 jin û 21 jin di rewşên bi guman de hatin kuştin.

Di rapora dikê de bilançoya kuştina jinan wiha hat eşkerekirin: 280 jin di 2021`an de, 125 jin ji aliyê hevserên xwe ve, 37 jin ji aliyê dostên xwe yên mêr ve, 24 jin ji aliyê nasên xwe ve, 21 jin ji aliyê berdiyên xwe, 16 xizmên xwe ve, 13 bi destê dostên xwe yên berê, 11 ji aliyê zarokên xwe ve, 6 ji aliyê birayên xwe ve, jinek ji aliyê kesekî ku demeke dirêj li pey wê ye hatine kuştin. Lê aliyên ku 11 jin kuştine nehatine diyarkirin.

Dikê di rapora xwe de cihên pêkhatina bûyeran wiha rêzkirin; 178 jin li mal, 33 jin li kolanan, 12 jin li meydanê, 10 li cihê kar, 8 li cihên ne ewle, 6 li otêl, 2 jin li avahiyan, 2 li seyrangehan, 1 jin li odeyan, jinek li nivîsgeha wê ya qanûnî, jinek li kargehê, jinek li rawestgeha erebeyan, jinek li pêşiya mala wê, jinek li parka navendeke tenduristiyê û cihên kuştina 10 jinan nehatin diyarkirin.

(şx)